Agirê Newrozê li Minbicê hate dadan

Li Kantona Minbicê, pîrozbahiya Newrozê destpê kir. Bi sedan kesên ku bi kincên xwe yên neteweyî tevlî pîrozbahiyê bûn, dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" qîriyan.

NEWROZA MINBICÊ

Li bajarê Minbicê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiya Newrozê destpê kir. Li quntara çiyayê Tewq El Xelîl ê li başûrê bajêr pîrozbahiya Newrozê pêk hat û ji gelek navçe, bajarok û gundên Kantona Minbicê gelek kes tevlî bûn.

Bi sedan kesên ji pêkhateyên Ereb, Kurd, Ermen û Tirkmen bi kincên xwe yên neteweyî ketin qada pîrozbahiyê.

Qada Newrozê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdên azadiyê hate xemilandin. Pankarta bi nivîsa "Azadî ji Rêber Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re" li ser dikê hate daliqandin.

Li qada Newrozê dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" bilind bû.

Meşaleya Newrozê tevî stranên şoreşê li ber dirûşma 'Bê Serok jiyan anbe" ji aliyê dayikên şehîdan ve hate vêxistin.