BI DÎMEN

Agirê Newrozê li Şêranê geş bû

Li navçeya Şêran a Kobanê Newroza sala 2024`an bi dîlan, stran û sloganan hate pîrozkirin.

Di pirozbahiyê de dirûşmeya; ‘Ji Rêber Apo re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ hate berzkirin û bi amadebûna gelê Şêranê Newroz hat pîrozkirin. Gelê navçeyê bi cil û bergên xwe yên gelêrî beşdarîş şahiyê bûn û şahî li pêşiya şaredariya navçeyê hate pîrozkirin. 

Agirê Newrozê ji aliyê malbata Şehîdan ve  hate pêxistin û piştre ji bo biranîn û hurmeta şehîdan, deqeyekê rêz hate girtin. Di pîrozbahiyê de Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Bedîa Miho axivî û  Bedîa Mihoyê  Newroza hemû gelê Kurd, Rêber Apo,  gerîlayên azad û malbatên Şehîdan pîroz kir. 

Piştî axaftinan li dora agirê Newrozê govend hate gerandin û şahî bi stranan û xwendinan helbestan bi dawî bû.