Gelê Tebqayê li qadan e: Rêber Apo çavkaniya hêza me ye

Gelê Kantona Tebqayê tecrîda li Îmraliyê şermezar kirin û peyama, "Em hêza xwe ji têkoşîna 50 salî ya Rêber Abdullah Ocalan digirin. Em ê dîwarên Îmraliyê hilweşînin" dan.

Bi sedan şêniyên Kantona Tebqayê, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, tevgerên jinan, ciwan û rûspiyên êlan, endamên Partiya Sûriya Pêşerojê li taxa Yekemîn a Tebqayê kom bûn û meşiyan.

Di meşê de şêniyan bang kirin ku yekser tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan bê aşkerakirin û tecrîda li ser wî bi dawî bibe.

Meşê li pêşiya avahiya Tevgera Xwendekarên Demokratîk rawestiya û veguherî mitingê. Di mitingê de hevserokê Meclisa Rêveber a kantona Tebqayê Ehmed El Omer axivî û got: "Ev 26 sal e komplo berdewam e û hêzên navneteweyî tu helwest li hember doza wî nîşan nedane. Hewldanên kirêt ên dewleta Tirk a dagirker li dijî wî bi bin ketin jiber ku Rêbertî ev 50 sal e tê dikoşe û em jî hêza têkoşînê ji wî digirin û dê bibin tofan û dîwarên Îmraliyê hilweşînin."

El Omer diyar kir ku CPT berpirsê sûcên dewleta Tirk e ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan dike.