Şêxo: Efrîn kirine navenda qirkirina Kurdan

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo diyar kir ku dewleta Tirk Efrîn kiriye navenda qirkirina Kurdan û anî ziman, ji dema dagirkirinê û vir ve herî kêm 676 sivîl hatin qetilkirin, 8 hezar û 328 kes jî hatin revandin.

Efrîn 4 sal in dagirkirî ye, di encama polîtîkaya guhertina demografiyê û paqijiya etnîkî de ku bi destê dagirkeran tê kirin, nifûsa Kurdan a li Efrînê ji sedî 95-96'an daxistin ji sedî 15-25'an. Dewleta Tirk di 20'ê Çileya 2018'an de dest bi êrişê kir û di çarçoveya van êrişên dagirkeriyê de gelek komkujî kir. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê neçar ma ku ji ber komkujiyan biryara valakirina veguhastina xelkê herêmê bike. Ji ber dagirkerî û komkujiyê di navbera 16-18'ê Adarê de 300 hezar Efrînî neçar man bajêr biterikînin.

Efrîniyan koçî Şehbayê kirin, lê êrişên li ser wan nesekinî. Li dijî mirovên li Efrînê man jî komkujî, talan, êşkence, revandin û kiryarên hovane yên mîna destavêtinê hatin kirin. Li ser Efrîniyên li Şehbayê jî dewleta Tirk her roj bombeyan dibarîne.

676 SIVÎL HATIN QETILKIRIN

Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ya Sûriyeyê di êrişên dagirkeriyê de ku 20'ê Çileya 2018'an dest pê kir û heta niha 676 sivîl ji aliyê dagirkeran ve hatin qetilkirin. 501 ji sivîlên hatin qetilkirin di encama bombardûmanê de, 92 sivîl jî bi êşkenceyê hatin qetilkirin. Ji destpêka dagirkeriyê û vir ve 303 jê zarok, 210 jê jin bi giştî 700 kes bi bombardûmanê û êşkenceya dagirkeran birîndar bûn.

VEGUHERANDIN NAVENDA QIRKIRINA JINÊ

Efrîn ku ji bo jinan navendeke azadiya jinê bû, niha veguherandina navenda qirkirina jinê. Çeteyên ku navê "Artêşa Milî" (SMO) li wan hatiye kirin, kiryarên destavêtin, destdirêjî, revandin û zewicandina bi zorê li jinan ferz dikin.

84 JIN HATIN QETILKIRIN

Jinên ducanî li Efrînê di zindanan de bi êşkenceya MÎT û çeteyên wê hatin qetilkirin. Li gorî daneyên saziyên mafên mirovan 84 jin ji aliyê dagirkeran ve hatin qetilkirin. Li gorî daneyên rêxistina mafên mirovan a Efrînê ji van jinan 6 jinan ji ber êrişên destavêtinê yên dagirkeran dawî li jiyana xwe anîn.

ZÊDEYÎ 8 HEZAR MIROV HATIN REVANDIN

Li Efrînê ji 20'ê Çileya 2018'an û vir ve herî kêm 8 hezar û 328 kes ji aliyê dagirkeran ve hatin revandin, êşkence li wan hate kirin, hatin girtin an jî qetilkirin. Ji wan aqûbeta ji sedî 35 nayê zanîn. Ji kesên hatine revandin hezar jê jin e.

Dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê dikeve sala 5'emîn. Li Efrînê nifûsa Kurdan ji sedî 95-96 bû, lê niha bûye ji sedî 15-25. Derdora 400-500 hezar kes ji derve hatin anîn û li Efrînê hatin bicihkirin.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ya Sûriyeyê Îbrahîm Şêxo li ser kiryarên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê ji ANF'ê re axivî.

Îbrahîm Şêxo anî ziman ku dewleta Tirk bi dagirkirina Efrînê re sûcên li dijî mirovahiyê kir.

'JI BO QIRKIRINÊ WEKE NAVENDEKÊ HILBIJART'

Îbrahîm Şêxo got, "Li Efrînê 4 sal in li dijî Kurdan polîtîkaya guhertina demografîk û paqijiya etnîkî tê meşandin."

Îbrahîm Şêxo wiha dewam kir, "Li cografya Sûriyeyê tenê li Efrînê demografiyeke wiha hebû. Li bajarên din ên Rojava ewqas Kurd bi hev re nediman, nifûsa Kurdan nedigihaşt ji sedî 90'î. Rejîmê di sala 1963'an de bi qanûnekê nifûsek ji sedî 3 a Ereb şand herêmê. Piştre jî sala 1979'an şand Efrînê. Xaka gelê Kurd ji wan standin. Bi taybetî ji ber ku xaka Cindirêsê baş e, berê xwe dan vê derê û li cihê av lê heye Ereb bi cih kirin. Lê belê di dema rejîmê de nekarîn demografiyê biguherînin. Erebên li herêmê hatin bicihkirin xwe li gorî taybetmendiya çandî ya herêmê bi rêk û pêk kir, bi Kurdan û gelên li wir re bi ahengî jiyan. Dewleta Tirk dema ku dest bi êrişa ji bo dagirkirinê kir, xwest ku paqijiya etnîkî li dijî Kurdan bike û demografiya herêmê biguherîne. Efrîn li dijî xwe weke pirsgirêkeke ji ewlekariya neteweyî ragihandin. Halbûkî ji Efrînê fîşekek jî ber bi Tirkiyeyê ve nehatibû teqandin. Ya rast, sedema êrişa hovane ya li ser Efrînê ew e ku Kurdan qebûl nakin, hem li nava Tirkiyeyê hem jî li deverên din ên Kurdistanê di qirkirina Kurdan de israr dikin."

'LI EFRÎNÊ KURDBÛYÎN BI TENA SERÊ XWE SÛC E'

Îbrahîm Şêxo diyar kir ku li gel êşkence, komkujî û talana li Efrînê ti çalakiyeke şermezarkirinê li Efrînê nayê kirin û got, "Li Cerablûsê, Babê car carna li dijî dagirkeran çalakî têne lidarxistin. Li Efrînê pêk nayê. Destpêkê çend çalakî dibûn. Ev jî ji aliyê xelkê Ereb ê li bajêr ve dihate kirin. Lê belê niha Kurd nikarin dengê xwe bikin. Ji ber ku dagirker Kurdbûnê jî weke sûc dihesibînin û bi vî rengî zextê dikin."

Îbrahîm Şêxo destnîşan kir ku Efrîn niha ji aliyê MÎT û artêşa Tirk ve tê birêvebirin û li Efrînê kiryarên li dijî mirovahiyê gihîştiye asta herî bilind.

'DI HEMAN DEMÊ DE KIRINA NAVENDA DAÎŞ'Ê'

Îbrahîm Şêxo diyar kir ku dewleta Tirk Efrîn ne tenê kiriye navenda qirkirina Kurdan, di heman demê de kiriye navendek ji bo radîkalkirin û terorê.

Îbrahîm Şêxo got, "Dewleta Tirk û zêdeyî 50 komên çete li Efrînê her cûre êşkenceyê dikin. Hewl didin ku zarokên gel bikin çete. Her wiha çeteyên DAÎŞ'ê jî di nava van komên çete de hene û li Efrînê bi cih bûne. Mînak 25 çeteyên DAÎŞ'ê yên ji Baxozê reviyan beriya 15 rojan bi ala Ehrar El Şarqiye ji Tirkiyeyê derbasî Idlibê, ji wir jî derbasî Cindirêsê bûn. Ev hemû ji aliyê Tirkiyeyê ve li dijî Kurdan têne bikaranîn. Her wiha ji Efrînê dibin deverên cuda. Ev çete ji Lîbya, Azerbaycan û hwd. re têne şandin."