Şêx Ehmed: Piştî xebatên lêgerînê xilas bûn em ê daxuyaniya fermî bidin

Fermandar û Berdevkê Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed ragihand ku li navenda bajarê Reqayê şerê bi çeteyên DAIŞ’ê re xilas bû.

Ehmed diyar kir ku piştî xebatên lêgerînê û paqijkirina bajêr wê ji aliyê QSD’ê ve daxuyaniya fermî were dayîn.

Cîhan piştrast kir ku hêzên wan navenda bajêr û hemû aliyên wê ku çeteyan têde xwe bi cih kiribûn rizgar kirine û wiha got: “Di van demên niha de hêzên me li giştî herêmên rizgarkirî çalakiyên paqijkirin û lêgerînê dimeşînin da ku çeper ku çeteyan têde xwe veşartine bêne eşkerekirin, her wiha mayînên ku çeteyan çandine bêbandor dikin da ku rê li pêşiya paqijkirina giştî bajêr were vekirin.”

Cîhan Şêx Ehmed di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Heta ku çalakiyên paqijkirin û lêgerînê bi dawî dibin wê rizgarkirina Reqa bi awayekî fermî û bi rêya daxuyaniyeke Hêzên Sûriya Demokratîk ragihînin.”