Şewba koronavîrusê li Sûriyeyê jî hate tespîtkirin
Wezareta Tendirustiyê ya rejîma Sûriyeyê diyar kir ku nexweşê yekemîn ê ji ber koronavîrusê li Sûriyeyê hatiye tespîtkirin.
Wezareta Tendirustiyê ya rejîma Sûriyeyê diyar kir ku nexweşê yekemîn ê ji ber koronavîrusê li Sûriyeyê hatiye tespîtkirin.
Wezîrê Tendirustiyê yê Sûriyeyê Nîzar Yazci diyar kir ku kesekî ji derveyî welat hatiye Sûriyeyê, vîrusa koronayê lê hatiye tespîtkirin.
Li Iraq, Tirkiye, Libnan, Urdun û Îsraîlê ji ber koronavîrusê mirov mirin. Tê diyarkirin ku ji ber têkiliyên Sûriyeyê yên bi Îran û Tirkiyeyê, dagirkeriya bi destê dewleta Tirk û çeteyên wê û milîsên ji Îranê dibin sedema rîskê.