Şervanên QSD’ê: Yên mayî di bin dorpêçê de ne

Şervaên QSD’ê ku operasyonên li dijî çeteyên DAÎŞ’ê yên li Hesekê didomînin diyarkirin ku bi rengekî serketî bi pêşve diçin û DAÎŞ’iyên manî di bin dorpêçê de ne.

Ji dema ku çeteyên DAÎŞ’ê di 20’ê Çile de êrîşî girtîgeha Sînaa ya Hesekê ku bi hezaran çete lê girtî ne kirî heya niha pevçûn diqewimin. Pevçûn li taxên Xiwêran, Zihûr û Meqabirê dijwar dibin. Li bajêr qedexeya derketina derve hat ragihandin.

QSD’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku çeteyên DAÎŞ’ê derdora 700 zarokên ku bi armanca rehabîlîtasyonê di hucreyên cuda de dihatin girtin, weke mertalên zindî bi kar tînin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di 3 rojên dawî de 175 çete yên endam û girtiyên DAÎŞ’î yên ku hewl dane birevin hatine kuştin. Di şer û pevçûnan de 27 endamên Asayîşa Hundirîn û QSD’ê jî şehîd bûn. Herwiha zêdetirî 100 endamên DAÎŞ’ê yên ku dixwestin ji girtîgehê birevin û 10 endamên DAÎŞ’ê yên ku tevlê êrîşê bibûn, hatin girtin.

Şervan Rêzan ê ji Dirbesiyê ku li herêma pevçûnê ye, diyar kir ku ji bo girtina çeteyên DAÎŞ'ê yên êrîş kirine û ji girtîgehê reviyane, li vir in û ji ber metirsiya DAÎŞ'ê malên li derdorê hatin valakirin.

Şervanê QSD’ê Rêzan got, “Em heta niha bi awayekî serkeftî bi pêş ve diçin. Me gelek ji wan dîl girtin û gelek ji wan hatin kuştin."

Rêzan îşaret bi rola dewleta Tirk jî kir û got, “Ev hemû bi tena serê xwe nekirin, hindek piştgiriyê didin” kesên reviyan.

Rêzan da zanîn ku hejmara kesên revîne kêm e û nîvê wan hatine kuştin û yên din jî di bin dorpêçê de ne. Şervanê QSD'ê da xuyakirin ku wan banga "teslîmbûnê" li çeteyan kirine û got, "Eger teslîm nebin, wê bên kuştin."

Şervanekî din ê QSD’ê jî diyar kir ku operasyonên wan didomin û hemû derî girtine û nahêlin sivîl nêzî herêmên şer bibin.

Rêzan destnîşan kir ku piştî operasyon bi dawî bû, sivîl dikarin vegerin ser mal û karên xwe.