Şervanên QSD'ê ketin nava bajarokê El-Sûsê

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di çarçoveya qonaxa dawî ya pêngava dijî çeteyên DAÎŞ'ê de ketin nava bajarokê El-Sûsê.

Li gorî Navenda Çapemeniyê ya QSD'ê, hêzên demokratîk roja Duşemê ketin nava bajarokê El-Sûsê û li nuqteyên çeteyên DAÎŞ'ê didin.

Tê gotin, li bajarok şer giran e. Çavkaniyên QSD'ê ragihandin ku hêzên demokratîk her bi pêş ve diçin.

HERÎ KÊM 901 ÇETE HATIN KUŞTIN

Qonaxa dawî ya pêngava dijî DAÎŞ'ê roja 10'ê Îlonê dest pê kir. Ji destpêka operasyonê ve bi sedan çete hatine kuştin. Li gorî bîlançoya ku QSD rojane eşkere dike, ji 10'ê Îlonê ve herî kêm 901 çete hatine kuştin.