Fermandarê QSD'ê: Sivîl gihaştin herêma ewle

Yek ji Fermandarê QSD'ê Ednan Efrîn operasyona şervanên QSD'ê ya li ser Baxozê nirxand û got, ''Piştî ku me sivîl derxistin, me dest bi operasyonê kir''.

Pêngava Bagera Firatê ya bi mebesta ku Bakurê Sûriyê ji çeteyên DAÎŞ'ê were paqijkirin, 'Qonaxa Qedandina Terorê'' didome.

Yek ji Fermandarê QSD'ê Ednan Efrîn ji ANF'ê re axivî û got, piştî ku sivîl ji Baxozê hatine derxistin wan operasyon dane destpêkirin.

Efrîn got wan sivîl gihandine herêmên ewle.

Efrîn negot bê ka wê operasyon kengî biqede û got, çeteyên DAÎŞ'ê mayin danîne û tûnêlên wan hene.

Yek ji Fermandarê QSD'ê Mazlûm Ebdo jî ji Reutersê re axivîbû û gotibû, pêngav di nav çend heftiyan de wê biqede.