Şervanên QSD'ê gihîştin Çemê Firatê
Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê du roja 11'emîn de ye. Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) gihîştin Çemê Firatê.
Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê du roja 11'emîn de ye. Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) gihîştin Çemê Firatê.
Pêngava Bagera Cizîrê ya li rojhilatê Dêra Zorê ku ji ber êrîşa dewleta Tirk a ji bo dagirkirina Efrînê sekinîbû û 1'ê Gulana 2018'an ji nû ve dest pê kiribû di roja 11’an de didome.
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) qadeke berfireh ji çeteyên DAÎŞ'ê paqij kirin û gihîştin Çemê Firatê. Gundê Bakozê niha ji aliyê şervanên QSD'ê ve dorpêçkirî ye.