Şervanên QSD’ê 25 sivîlên din rizgar kirin

Tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ên QSD’ê li taxa Nehda ya Reqayê 25 sivîlên din rizgar kirin.

Pêngava Rizgarkirina Reqayê ku di 6`ê Hizêranê de hatibû destpêkirin, bi pêşkveçûna şervanên QSD`ê dewam dike. Li rex pêşketinan, şervanên QSD`ê rizgarkirina sivîlan ji Reqayê wekî erkekî sereke danîne pêşiya xwe û ji bo parastina sivîlan bi dehan şervanên QSD`ê şehîd bûne.

Li taxa Nehda ya Reqayê, îro tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ên QSD`ê 25 sivîlên din ji derdora mizgefta Îmam Newewî ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin û ew gihandin cihên biewle.

Li aliyê din jî şerê dijwar di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ`ê ku di saetên sibehê de derketibû, ta vê kêliyê dewam dike.