Şervanên QSDʹê dadgeha giştî ya Reqayê rizgar kirin
Şervanên QSDʹê avahiya Qesir El-Edlî (dadgeha giştî) ya li navenda bajarê Reqayê rizgar kirin. Di şer de emîrek (serçete) jî di nav de 17 çete hatin kuştin.
Şervanên QSDʹê avahiya Qesir El-Edlî (dadgeha giştî) ya li navenda bajarê Reqayê rizgar kirin. Di şer de emîrek (serçete) jî di nav de 17 çete hatin kuştin.
Pêngava Cenga Mezin a rizgarkirina bajarê Reqayê ku di 6ʹê Hezîranê de destpêkirin bê navber dewam dike. Şervanên QSDʹê rojane bi pêş ve diçin û derbeyên giran li çeteyan dixin.
Şervanan duh avahiya Qesir El-Edlî ya di nava navenda bajarê Reqayê de piştî şerekî giran a bi çeteyan re rizgar kirin. Li taxa Nehda ya rojhilatê bajar jî şervanên QSDʹê êrîşa çeteyan a bi erebeyeke bombebarkirî pûç kirin. Şervanan beriya erebe bighêje hedefa xwe feriq kirin û ew ji dûr ve teqandin. Di vê taxê de serçeteyek jî di nav de bi giştî 17 çete hatin kuştin.
Di heman demê de li taxên Emîn, Tekene û Mensûr jî ji şevê din ve di navbera şervanan û çeteyên DAIŞʹê de şerên giran rû didin.