Şervanê YPG'ê yê Amerîkî: Dewleta Tirk jî mîna DAIŞ'ê tehdît e

Şervanê Enternasyonalîst ê Amerîkî Kawa Zivistan destnîşan kir ku xeterî ne tenê DAIŞ e û bal kişand ser rîska êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê.

Berxwedana li Rojava li dijî DAIŞ'ê tê kirin, bi berxwedana Kobanê re veguherî rengekî enternasyonalîst. Ji berxwedana Kobanê û vir ve gelek şervanên enternasyonalîst tevlî nava refên YPG'ê dibin û li dijî DAIŞ'ê şer dikin.

Di pêngava Bagera Cizîrê de jî gelek şervanên enternasyonalîst hene. Yek ji van jî Kawa Zivistan e ku nû ji Amerîkayê hatiye.

Kawa Zivistan li eniya şer ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir ku konfederalîzma demokratîk a cîhanê li Kurdistanê derdikeve holê. Zivistan got, "Ev şoreş şoreşa mirovahiyê ye. Ne tenê ji bo Kurdistanê ye, lê ji bo tevahiya mirovahiyê ye."

RASTIYA KURDAN Û ROJHILATA NAVÎN NAS DIKE

Zivistan li bajarê Brooklyn ê Amerîkayê mezin bûye. Li Amerîkayê di karê tenduristiyê de xebitiye û sala 2014'an dema li zanîngehê bû bala wî çû ser Tevgera Azadiyê ya Kurd. Zivistan anî ziman ku vê sempatiyê kiriye ku ew rastiya Rojhilata Navîn lêkolîn bike û got, "Li Zanîngehê pê hesiyam ku li Rojhilata Navîn komkujî tên kirin û min dest bi lêkolînê kir. Ji Kurdên ji Başûr hevalekî min hebû. Hevalê min pêşniyar li min kir ku piştî zanîngehê em bi hev re biçin Kurdistanê."

'KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK A CÎHANÊ LI KURDISTANÊ DEST PÊ KIR'

Zivistan diyar kir ku li zanîngehê bi saya hevalekî xwe yê Kurd nêrîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas kiriye û wiha dewam kir: "Hevalê min ji min re got, 'nêrîna te ya siyasî nêzî nêrîna Rêber Apo ye'. Sala 2014'an bi taybetî di pêvajoya berxwedana Kobanê de pêşniyar li min kir ku pirtûkên li ser konfederalîzma demokratîk bixwînim. Min konfederalîzma demokratîk û nêzîkatiya Rêbertî ya li jineolojiyê nas kir. Min li ser van xwend û dît ku konfederalîzma demokratîk a cîhanê li Kurdistanê dest pê dike."

'DIVÊ EM JI ÊRÎŞÊN TIRKAN BIPARÊZIN'

Ev naskirin û berxwedana Kobanê bû sedema bingehîn ku Zivistan berê xwe bide Rojava, berê xwe bide nava refên YPG'ê. Zivistan ev çend meh in li Rojava ye û wiha dewam dike: "Piştî ku Dêra Zor ji DAIŞ'ê hate paqijkirin, dibe ku leşkerên Tirk êrîşî Efrînê bikin. Ji herêma navbera Efrîn û Kobanê jî dibe ku cîhadperest êrîş bikin. Divê em wê xetê jî ewle bikin. Dewleta Tirk dixwaze Şoreşa Rojava tine bike. Wezîfeya min û ya hevalên min ên di vê rêyê de dimeşin jî, ewlekirina Rojava ye."

'EV ŞOREŞ ŞOREŞA MIROVAHIYÊ YE'

Kawa Zivistan herî dawî vê bangê li hevalên xwe yên mîna wî dixwazin tevlî Şoreşa Rojava bibin dike:

"Ji bo hevalên dixwazin mîna min tevlî bibin dikarim bêjim, ku ev şoreş şoreşa mirovahiyê ye. Ne tenê ji bo Kurdistanê, lê ji bo tevahiya mirovahiyê ye. Leşkerî jî parçeyekî girîng ê vê şoreşê ye. Divê em karibin vê şoreşê baş biparêzin.

Dixwazim rojekê tiştên ji vê şoreşê hîn bûme bigihînim Amerîkayê. Lê belê ji bo em dîroka herêmê baş zanibin, enternasyonalîstên mîna me ji derve hatin lazim e bi zimanên Erebî, Kurmancî, Tirkî û zimanên din ên herêmê zanibin."