Di Gulana 2017'an de li Manchesterê, di êrîşa bombeyî ya DAIŞ'ê de 22 ciwanan jiyana xwe ji dest da bûn. Êrîş di dema derketina ji konsera stranbêja popê Arîana Grande de hatibû kirin, ku 112 kes jî birîndar bûbûn.
Mîchael Enrîght, ku ew bi xwe jî ji Manchesterê ye, ji bo bîranîna mirovên di wê êrîşê de jiyana xwe ji dest da, li meydana Neîm a Reqayê, strana "Bang Bang" a Arîana Grande lê da.
Enrîght ji ANF'ê re axivî û got, "Navê min Mîchael Enrîght e. Ez ji Manchesterê, ji Îngilîstanê me. Em hatin vê derê, hatin meydana Neîm. Ev der navenda Reqayê ye, merasîma herî mezin a DAIŞ'ê û xwepêşandana wan a bi tankan li vir hatibû kirin. Me niha ev der rizgar kir. Azad bû. Temamiya Reqayê azad bû. Li ber hesinên li derdora vê meydanê, mirov kuştin. Mîna qesaban mirov serjêkirin û bi vê meydanê ve kirin. Li vê derê firoşgeheke muzîkê hebû. Her tiştên li firoşgeha muzîkê derxistibûn û şewitandibûn. Ji ber ku nedixwestin deng bibihîzin, destûr nedidan ku stran bên gotin. Ji ber ku ez jî ji Manchesterê me, ji ber ku wan li bajarê min hewl dan Arîana Grande bêdeng bikin, bi dîtina min, ya ku divê ewilî li vir bistirê Arîana Grande ye. Yanî nekarî wê bêdeng bikin, nekarîn Manchesterê bêdeng bikin, ji ber ku vaye Bang Bang'ê distirê. Ez hatim, em hatin û me 'bang bang' kirin, ew jî çûn. Reviyan. Va ye jiyan li vir vedigere, azadî li vir vedigere. Û yên distirên vedigerin. Arîana, va ye konsera te ya destpêkê ya li vir. Fermo. Bila Xwedê we biparêze."