Şervanê QSD’ê Remedan veşartin

Şervanê QSD’ê Sedîq Remedan (Cûdî Milîtan) ê 25’ê Mijdarê li Serêkaniyê şehîd bûbû, bi merasîmekê li Qamişlo bi tevlîbûna bi hezaran kesî hate veşartin.

Şehîdê QSD’ê Sadiq Remadan (Cûdî Milîtan) ê ku di 25`ê Cotmehê de li Serêkaniyê şehîd bûbû, bi merasîmekê ya tevlîbûna bi hezaran kesî li Qamişloyê hate veşartin.

Merasim li Goristana Ş.Delîl Saroxan bi tevlîbûna bi hezaran kesî û rêzgirtinê destpê kir.

Di merasîmê de Berdevkê Giştî yê Yekîneyên Parastina Gel YPG`ê Nûrî Mehmûd axivî û got: "îro tê diyarkirin ku hiqûqa cîhanê li erde ye, kesek xwedî lê dernakeve. Îro eger ku li cihekê ji bo mirovatiyê, nasnameyê, çandê û exlaq berxwedanek heye, ew cih Bakurê Sûriya yê ye"

Nûrî keda keç û xortên ku li çeperê şer in bi bîr xist û got: “Rast e berdelên me pir mezin in û buhane lê bê guman serkefitina me jî wê mezin be. Eger dunya hemû şerê me bike, ger em ser heqyê bin em ê li ber xwe bidin. Eger ku hêza dunyayê hemû di destê me de be em zirar nadin moriyekê jî. Em soz didin ku rêya şehîdan bişopînin.”

Piştre apê Ş. Delîl Ararat Esad Xelîl û bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Diljîn Hisên axivîn û soza şopandina rêya şehîdan dan.

Di merasîmê de Heman demê nasnameyên şehîd Kînan Xelîl (Delîla Ararat) û Mihemed Xalid (Baran Qamişlo) yên ku di 13`ê Cotmehê de li bajarê Girê Spî şehîd bûbûn, hatin eşkerekirin.

Bi tilîliyan û dirûşman cenazeyê şehîd Cûdî veşartin.