Şervanê li Serêkaniyê: Me êrîş şikand, eniyên me saxlem in
Şervanê QSD’ê Tolhilan Qamişlo yê li Serêkaniyê şer dike got: “Rewşa me baş e, moralê me li cih e. Hevrêyên me hemû li eniyanin, moralê me baş e, çeperên em saxlem in.
Şervanê QSD’ê Tolhilan Qamişlo yê li Serêkaniyê şer dike got: “Rewşa me baş e, moralê me li cih e. Hevrêyên me hemû li eniyanin, moralê me baş e, çeperên em saxlem in.
Berxwedana gel û şervanan a ji 9’ê Cotmehê destpêkirina êrîşên dagirker ên li ser bajarê Serêkaniyê 4 roj in dewam dike. Nûçegihanê me Ersîn Çaksû berxwedana şervanan û êrîşan dişopîne, vê carê kameraya xwe da şervanekî ku ji lingê xwe birîndar bûye.
Şervan Tolhilan Qamişlo wiha got: “Di eniya xeta parastinê de cih digirim. Çeteyan dîwar şikandin xwestin bikevin hundir, me jî li wan xist. Me êrîşa wan şikand. Ji aliyê sekvanekê ve ji lingê xwe birîndar bûm. Hevrêyên me çeperên xwe bernedane. Hevrêyên me hemû li çeperan de ne, moralên me baş e. Me êrîşa wan şikand. 3-4 çete mane, zêde pê naçe wê ew jî bên kuştin. Eniya me saxleme.