Şervana YPJ’ê: Bersiva herî mezin tevlêbûna şoreşê ye
Şervana YPJ’ê Arîn Mîrkan Cîzre: “Divê ciwanên Kurd serî hildin û tevlî nav refên me bibin. Bersiva herî mezin tevlêbûna şoreşê ye.”
Şervana YPJ’ê Arîn Mîrkan Cîzre: “Divê ciwanên Kurd serî hildin û tevlî nav refên me bibin. Bersiva herî mezin tevlêbûna şoreşê ye.”
Li gelek cihên dinyayê jinan ji bo mafên xwe serî hildan û li dijî feraseta serwer a mêran têkoşiyan. Têkoşîna Rosa Luksembûrg, Clara Zetkîn û Jan Dark bi ya Zarîfe û Sarayan domiya.
Li Rojava şerekî giran çêbû û jinan di warê serfiraziyê de roleke pêşeng pêk anîn. Ji bo Kobanê ya ku şerekî giran lê çêbûbû, Erdogan gotibû ‘Kobanê dike bikeve’. Lê Arîn Mîrxan bi ruhekî fedaî li Kobanê serkeftineke mezin bi dest xist, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên DAÎŞ’ê yên alîgirên wê têk çûn.
Ruhê fedaî yê Arîn wê piştre bi yê Avesta Xabûr û Barîn Kobanê bibûya sembol. Di sala 2014’an de Bakurê Kurdistanê jî li hemberî van êrîşan li ber xwe da, sînor hatibû rakirin. Di dema seferberiyê de bi sedan ciwan tevlî nav şer bûbûn. Şervana YPJ’ê Arîn jî yek ji wan e. Ew Arîn Mîrxan nas dike, dikeve bin bandora helwesta wê û navê xwe dike Arîn Mîrxan Cîzre.
Cîzre dibêje ku, “Şoreşa Rojava di sala 2011’an de dest pê kir. Bi şoreşê re gelek destkeftî hate bidestxistin û ji bo me bû awantajeke mezin. Ji ber ku li hemû dinyayê Şoreşa Rojava deng veda. Ji bo me gaveke girîng bû. Ji ber ku hemû gavên ji bo azadiyê pîroz in. Di sala 2014’an de dema ku seferberî hate destpêkirin û ji çar parçeyên Kurdistanê û ji her dera dinyayê mirov tevlî vê seferberiyê bûn. Di dema seferberiyê de ez jî her dem li ser sînor di çalakiyan de bûm. Min dît wisa nabe ku her dem temaşevan bim. Min jî sînor derbas kir û tevlî nav refên YPJ’ê bûm. Divê armanca min mezin bûya, divê ez di nav şoreşê de cih bigirtima. Divê xwedî li vê têkoşîna bi rûmet bihata derketin. Ev gel hêjayî her tiştî ye. Mirovan li hemberî van êrîşên hovane soza xwe dubare dikirin.”
‘DIVÊ CIWANÊN KURDISTANÊ SERÎ HILDIN’
Arîn Mîrxan Cîzre balê dikşîne ser pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ û got ku, “Ev pêngaveke girîng e. îro li her çar parçeyan dijmin êrîş dike. Ev pêngava şikandina êrîşên li ser hemû parçeyan e. Ez bang li ciwanên Kurdistanê dikim, divê tevlî vê pêngavê bibin. Artêşa Tirk a dagirker û alîgirên wan her roj êrîşî gelê me dikin. Li zindanan tijî girtiyên siyasî hene. Divê ciwanên Kurd serî hildin. Dema em bala xwe didinê piştî ku ev pêngav hatiye destpêkirin, dijmin êrîşên xwe zêdetir kiriye. Ji ber ku ji her dera dinyayê piştgiriya vê pêngavê tê kirin. Gelê Kurd gelekî berxwedêr e. Çawa ku li her çar parçeyan berxwedanên destanwerî pêk hat, niha divê em bi mîsyona berxwedanê mohra xwe li dîrokê bixin.
Reber Apo dibêje ‘Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî biqedînin’. Ji ber vê jî peywira ciwanan zêdetir e. Bersiva herî mezin a li dijî polîtîkayên qirêj û mêtinger ên dijmin, tevlêbûna şoreşê ye. Em şervanên YPJ’ê amade ne, peywira xwe bi cih bînin. Em soza xwe ya tolhildana şehîd û gelê xwe dubare dikin. Em ê heta dawiyê di nav pêngavê de bibin bersiv.”