Şervan Derwîş: Artêşa Tirk derbasî Minbicê nebûye

Berdevkê Fermî ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker derbasî Minbicê nebûye û ev îddîayên derbasbûnê derew in.

Berdevkê Fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş derbarê îddîayên ku dibêjin Artêşa Tirk a dagirker ketiye Minbicê ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê re  axivî û got  ku “Dewriyeyên Artêşa Tirk li ser xeta çeteyên Diri El-Firat dimeşin” Dervîş destnîşan kir ku dewriyeyên hêzên Amerîkî jî li ser xeta hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê digerin.

Şervan Derwîş derbarê mijarê wiha axivî: "Em tekez dikin ku hêzên Tirkiyeyê neketine bajarê Minbicê û yek gav jî bi aliyê hêzên me de nehatine. Hêzên me hîn di noqteyên xwe yên beranberî  Diri El-Firat de ne."

Derwîş di dawiya axaftina xwe de jî destnîşan ku Artêşa Tirk dewriyeyên xwe li xetên sînor ên Diri El-Firat de digerîne û wiha got: "Di heman demê de dewriyeyên hêzên Amarîkî jî li aliyê şervanên meclîsa me digerin. "