Şerê Tinekirina Terorê:  50’î ji sedî yê Hecînê hate rizgarkirin

Şervanên QSD’ê bajarokê Hecîn ya Dêra Zorê 50’î ji sedî rizgar kir.

Li gorî çavkaniyên leşkerî,  şervanên QSD’ê yê di Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya li Dêra Zorê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer dikin de cih digirin,  50’î ji sedî xaka bajarokê Hecînê rizgar kirin.

Di şerê hê dom dike de 35 çete hatin kuştin. Çavkaniyê anî ziman ku çeteyên DAÎŞ’ê ji bo pêşveçûna şervanan bidin rawestandin bi wesayîtên bombebarkirî êrîşî nûqteyên şervanan kirin, şevanên QSD’ê 4 wesayîtên bombebarkirî bê ku bihihêjin hedefên xwe teqandin.

Şerê li herêmê hê dewam e, pêşveçûna şeravnan li bakurê rojavayê Hecînê dewam dike.