Şerê Tinekirina Terorê: 24 saetên dawî 31 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê ragihand ku di şerê 24 saetên dawî yên ‘Şerê Tinekirina Terorê’ de 31 çete hatine kuştin, hawanek, depoyeke cebilxane, 5 wesayîtên bombebarkirî, 2 wesayît û tunelek hatin teqandin.

QSD’ê bîlançoya 24 saetên dawî ya qonxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ragihand. QSD’ê diyar kir ku 31 çete hatine kuştin.

Her wiha navenda QSD’ê anî ziman ku di van şeran de jî 3 şervanên wan jî birîndar bûne.

QSD’ê têkildarî encamên rojê ev agahî parve kir:

“ENIYA BAXOZ

Terorîstên DAÎŞ‘ê bi çekên giran û wesayîtên bombebarkirî êrîşî nuqteyên şervanên me kirin. Şervanan êrîşên çeteyan têk birin.Terorîstan bi 3 wesayîtên bombebarkirî êrîşî kirin. Şervanan êrîşên çeteyan têk birin û wesayîtên wan teqandin, wesayîtek din jî ji ber zexta teqînê beriya ku bighêje armanca xwe teqiya, ya sêyemîn jî ji aliyê balafirên Koalîsyona Navdewletî ve hate teqandin. Di encama zexta teqîna wesayîtan 2 şervanên me birîndar bûn.

Di şerê di navbera hêzên me û terorîstên rêxistina DAÎŞ‘ê de 8 terorîst hatin kuştin. Hêzên me li vê eniyê tektîk dane meşandin û ji nuqteyeke vekişiyan, piştî ku terorîst xwe li nuqteyê bi cih kirin balafirên koalîsyonê mudaxle kirin û hemû terorîst li nuqteyê kuştin. Di heman demê de şervanên me li nuqteya ku jê vekişiya bûn vegeriyan û 3 nuqteyên din ava kirin.

Hêzên me li vê eniyê 1 km bi pêş ve çû. Careke din di navbera hêzên me û terorîstan de şer derket, şer bi saetan berdewan kir, di encamê de şervanên me 6 nuqteyên nû ava kirin, depoyeke cebilxane û 2 wesayîtên terorîstan ji aliyê balafirên koalîsyonê ve hatin teqandin, her wiha du wesayîteke bombebarkirî hatin teqandin û serçeteyekî DAÎŞ hate kuştin. Mayînek bi şervanekî me ve teqiya û birîndar bû.

ENIYA HECÎN

Di navbera hêzên me û terorîstên DAÎŞ‘ê yên ku di tunelan de xwe bi cih kiribûn şer rû da, 2 terorîstan hewl dan xwe di nava şervanên me de biteqînin, şervanên me li wan de û hewldanan wan şikandin.

Li ser vê yekê şervanên me tunelên terorîstan girtin û xebatên paqijkirinê dane destpêkirin. Du mayîn ku di malekî de hatibûn çandin bêyê ku zirar derkeve teqiyan û, her wiha doçka (12.5) û 2 klaşinkov ketin destê şervanên me.

Şervanên me li vê eniyê 5 nuqte ava kirin û 13 mayîn bê bandor kirin.

Terorîstan li vir gelek mayîn mayîn çandine, lewra pêngav bi baldarî pêş de diçe.

BÎLANÇO

- 31 tororîst hatin kuştin.

-Balafirên Koalîsyona Navdewletî li 12 cihan da.

-16 mayîn hatin teqandin.

-Doçka (12.5) û 2 klaşnkov ketin destê şervanan.

-17 nuqte hatin avakirin.

-Windahiyên terorîstan: Topavêjeke hawn, depoyeke cebilxane, 5 wesayîtên bombebarkirî, 2 wesayît û tunelek hatin teqandin.

-3 şervanên me birîndar bûn"