Şerê li Şehbayê dewam dike
Ji duh bi şev û vir ve li Şehbayê di navbera Hêzên Şoreşger û çeteyên artêşa Tirk de şer diqewime.
Ji duh bi şev û vir ve li Şehbayê di navbera Hêzên Şoreşger û çeteyên artêşa Tirk de şer diqewime.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, duh bi şev bi balafirên keşfê yên ku bombe li wan bi cih kiribûn êrîşî gundê El Qemiye yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê û bi çekên giran jî êrîşî gundê Hemamê kirin. Çeteyên artêşa dagirker her wiha bi çekên giran êrîşî bendên kontrolê yên li gundên Merwaniye û Senara yên navçeya Şiyê kirin. Wekî din balafirên kefşê li ser Şiyê firiyan.
şervanên YPG û YPJ'ê bersiv dan êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê û li ser vê yekê şer derket. Li gorî agahiyên gihîştin ajansa me, wesayiteke leşkerî ya artêşa dagirker hatiye rûxandin.
Li herêma Şehbayê jî, ji duh bi şev saet 01:00 û pê ve çeteyên artêşa Tirk a dagirker ji sê baskan ve êrîşî Şêx Hîlal, Eyn Deqne, Til Rifat, Şêx Îsa, Herbel, Semoqe, Til Mediq, Helsiye û derdora bendava Şehbayê kirin.
Hêzên Şoreşger bersiv dan êrîşê û li vê herêmê jî şer derket.
Li herêma Şehbayê şer hê dewam dike. Ji ber topbarana çeteyên artêşa Tirk a dagirker, zerar li mal û milkên gelê herêmê bû.