Şer li sê eniyên Reqayê dijwar e: 36 çete hatin kuştin
Şervanên QSD'ê di nava Reqayê de her bi pêş ve diçin. Ji duh ve 36 çete di şer de hatin kuştin û 3 wesayitên çeteyan ku yek jê mayinkirî bû hate rûxandin.
Şervanên QSD'ê di nava Reqayê de her bi pêş ve diçin. Ji duh ve 36 çete di şer de hatin kuştin û 3 wesayitên çeteyan ku yek jê mayinkirî bû hate rûxandin.
Pêngava Rizgarkirina Reqayê di roja 30. de ye. Ji duh êvarê ve li gelek eniyan şerekî dijwar di navbera şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û çeteyên DAIŞ'ê de diqewime.
Li başûrê bajêr, li taxa Hîşam Ebdilmelik şer derket û şervanan 17 çete kuştin. Wesayiteke bombarkirî jî rûxandin. Di şer de 3 şervan şehîd ket, 2 jî birînar bûn.
Li rojavayê bajarê jî li taxa Qadisiyê, çeteyan danê sibehê hewl dan êrîş bikin. Şervanên bi vê yekê hesiyan, bersiv dan û êrîşa çeteyan şikandin.
Her wiha Li taxa Reqa ya kevn ku şervan beriya sê rojan derbasî nav bûn, pêşketin dewam dike û şervanan mizgefta kevn dorpêç kirin û çete niha li wir hatine asêkirin.
Li taxa Berîd a li bakurê bajêr jî şer bi dijwarî diqewime. Li wir jî 19 çete hatin kuştin, du wesayitên çeteyan hatin rûxandin.
Di vî şerî de şervanekî QSD'ê şehîd bû, 3 jî birîndar bûn.