Şer li Reqayê giran e: Ji duh ve 41 çete hatin kuştin
Di operasyona rizgakirina Reqayê de li çar aliyên bajêr şerekî giran diqewime. Ji duh êvarê ve 41 çete hatine kuştin.
Di operasyona rizgakirina Reqayê de li çar aliyên bajêr şerekî giran diqewime. Ji duh êvarê ve 41 çete hatine kuştin.
Pêngava Rizgarkirina Reqayê di roja 33. de ye. Li taxa Hîşam Ebdullmelik a li başûrê Reqayê, ji duh êvarê ve şerekî giran di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de diqewime. Di vî şerî de beşek ji taxê hatiye rizgarkirin û heta niha 5 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin.
Li taxa Reqa ya Kevn jî, şer giran e. Li vir 13 çete hatin kuştin û çeteyek jî bi saxî ji aliyê şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve hate girtin.
Li taxa Reqa ya Kevn, di berxwedanê de 2 şervanên QSD'ê şehîd bûn, yek jî birîndar bû.
Cihekî din ku şer lê diqewime, taxa El Rewda ye ku li bakurrojhilatê bajêr e. Li vê derê 7 çete hatin kuştin, ku yek jê sekvan bû.
Li taxa El Diriyê ya li rojavayê bajêr jî, di şer de 6 çete hatin kuştin. Li vê taxê 3 şervanên QSD'ê birîndar bûn.
Çeteyên DAIŞ'ê li taxa El Berîd a li bakurrojavayê Reqayê, ber destê sibehê êrîşî mewziyên şervanên QSD'ê kirin. Şervanan bersiv dan vê êrîşê û di encamê de 10 çete hatin kuştin. Şervanekî QSD'ê birîndar bû.
Li taxa Hitînê ya li rojavayê bajêr, ku beriya niha ji aliyê şervanên QSD'ê ve hatibû rizgarkirin, di encama operasyona lêgerîn û paqijkirinê de, kargeheke çeteyan a ku hawan lê çêdikirin hate dîtin.