Şêniyên Til Temirê şehîdên 'Gurzê Gelan' spartin axê

Bi hezaran kesên ji şêniyên Til Temirê bi merasîmekê cenazeyên 3 şervanên QSD'ê spartin axê.

Ji bo Diyaudîn Îbrahîm, Silêman Emîn û Ebid El-Cuma ku di 'Pêngava Gurzê Gelan' de şehîd bûn, li Til Temirê merasîmek hate lidarxistin.

Ji bo merasîmê bi hezaran kes li şehîdgeha li Til Temirê li hev civiyan.

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Baqî Gutî, endamê Têkiliyên Giştî yên QSD'ê li Til Temirê Ferhad Emîn û malbatên şehîdan li merasîmê axivîn.

Qisekeran bal kişandin ser girîngiya yekîtiya gelên herêmê û soz dan ku wê li ser şopa şehîdan bin.

Piştre endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Til Temirê Nalîn Yunis belgeya şehadetê ya şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir.

Cenazeyên Diyaudîn Îbrahîm, Silêman Emîn û Ebid El-Cuma li ber tilîliyan hatin veşartin.