Nerazîbûna gelên Bakurê Sûriyeyê yên li dijî dewleta Tirk a dagirker, roj bi roj zêde dibe û xwe li qadan dide der. Bi hezaran welatiyên navçeya Raco ya Efrînê, bi dirûşma "Em ê Efrînê bikin gora dewleta Tirk a dagirker" daketin qadan û li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrîn û Şehbayê meşiyan.
Şervanên YPJ/YPG, Hêzên Asayîşê, HPC, HPC-Jin, Erka Xweparastinê, HêzênTrafîk, endamên saziyên civaka sivîl ên navçeyê, Partiya Yekîtiya Demokrat(PYD) û partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Yekîtî) tevlî meşê bûn.
Meş ji ber Navenda Tenduristiyê ya navçeyê dest pê kir û li kolanên navçeyê dewam kir.
Çalakgeran alên YPJ/YPG, TEV-DEM, PYD, Meclîsa Malbatên Şehîdan û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan. Her wiha pankartên bi nivîsên "Azadiya Ocalan azadiya jinê ye", "Bê Serok jiyan nabe" û "Efîn keleha me ye" hatin vekirin.
Gel bi dirûşmên xwe êrîşên artêşa Tirk a dagirker şermezar kir û berxwedana YPG/YPJ'ê ya li dijî van êrîşan şermezar kir.
Di dawiya meşê de li qada Newrozê mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de endama Kongreya Star Selîhe Mihemed, Endamê Partiya Yekîtî Reşîd Cencelî, Fermandarê YPG'ê Rojhilat Efrîn û Rêveberê Meclîsa TEV-DEM'ê yê navçeya Raco Kemal Bekir, axîvin.
Qisekeran êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kantona Efrîn û herêmên Şehbayê şermezar kirin û dan zanîn, ku hedef sereke ya siyaseta Erdogan şêniyên herêmê û projeya Sîstema Fedraliyeta Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ye.
Her wiha bal kişand ser pêşketinên QSD'ê li bajar Reqayê hate kişandin û gotin ku pêngava Reqayê tirs xistiye nava AKP`ê.
Mîtîng bi qîrîna dirûşmên "Bijî berxwedana YPJ/YPG" û "Azadiya Ocalan" qediya.