Şêniyên Qamişlo êrişa li ser Merwan Bedel şermezar kirin
Xelkê Qamişlo êrişa dewleta Tirk a li ser yek ji pêşengên gelê Şengalê Merwan Bedel şermezar kirin û ev bang li PDK’ê kirin, “Cara duyem xiyanetê li gelê Şengalê neke, ji vê şaşitiyê vegere.”
Xelkê Qamişlo êrişa dewleta Tirk a li ser yek ji pêşengên gelê Şengalê Merwan Bedel şermezar kirin û ev bang li PDK’ê kirin, “Cara duyem xiyanetê li gelê Şengalê neke, ji vê şaşitiyê vegere.”
Şêniyên bajarê Qamişlo bi armanca şermezarkirina êrişa dewleta Tirk a dagirker ya li hemberî Hevserokê Meclisa Rêveber a Şengalê Merwan Bedel daketin qadan.
Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo, endamên Kongra Star, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Tevgera Komunîst a Şoreşger û saziyên civaka sivîl li meydana El-Şerq kom bûn.
çalakvanan pankartên bi nivîsa “Bi ruhê berxwedana şehîdên Şengalê em ê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rizgar bikin” vekirin û dirûşmeyên “Bimire xiyanet”, “Şehîd namirin” û “Bijî berxwedana Şengalê” berzkirin û heya meydana Sonî meşiyan.
Li wir endamê PYD'ê Mesûd Dawûd axivî. Dawûd bal kişande ser hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker û got: “Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê hat şikandin, îro jî dixwaze careke din bi kiryarên xwe yên kirêt pêşengên civaka azad hedef bigire.”
Dawûd destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya PDK’ê dixwaze zirarê bighîne her çar parçeyên Kurdistanê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Banga min ji bo PDK’ê ev e; li xwe veger e, ev siyaset xizmeta gelê Kurd nake, bila PDK’ê li xwe vegere; ji ber ku beriya niha dev ji gelê Şengalê berda niha jî heman tiştî dike.”
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Bimire xiyanet” û “Bijî berxwedana Şengalê” bi dawî bû.