Şêniyên Kobanê li dijî komploya navneteweyî meşiyan

Şêniyên Kobanê û herêma Firatê ji bo bi meşeke li ber komploya 15'ê Sibatê rabûn. Meş bi dirûşmeya 'Bi têkoşîna gelan em ê pergala Îmraliyê hilweşînin’ hate kirin.

Şêniyên herêma Firatê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê daketin qadan. Di heman demê de ciwanên ku dest bi meşa 20 kîlometre kiribûn jî, tevlî meşa giştî bûn.

Piştî deqîqeyek rêzgirtinê li ser navê Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê Firan Arîn Kobanê axivî û got “Rêber Apo ne bi tenê ji bo gelê Kurd, ji hemû gelên bindest têkoşîn da destpêkirin. Êdî dem hatiye ku qeydên Îmraliyê were şikandin û dem dema azadiya Rêber Apo ye. Tê xwestin ku bi rêya tecrîdê îradeya gel were tunekirin, lê divê baş bizanibin ku gelê ku xwedî fikra azad e, wê tu carî serî netewîne. Tê xwestin ku civaka demokrat û azad were tunekirin lê têk diçin.”

Hevserokê Kantona Girê Sipî Hemîd El Ebid jî diyar kir hate xwestin bi tunekirin û qirkirinê fikra Rêber Apo ji holê were rakirin lê li hemberî Rêber Apo bin ketin. Hemid El Ebîd got “Divê hemû gelên bindest û mirovayetî rabin ser pêyan û Rêberê xwe azad bikin. Em hemû pêkhate divê em ji bo Rêber Apo rabin ser pêyan.”