Şêniyên herêma Firatê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re meşiyan
Piştî erdheja li Gemlîkê, şêniyên herêma Firatê li Kobanê meşiyan û xwestin tavilê agahiyê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan werbigirin.
Piştî erdheja li Gemlîkê, şêniyên herêma Firatê li Kobanê meşiyan û xwestin tavilê agahiyê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan werbigirin.
Erdheja li Derya Marmarayê ku Girava Îmraliyê lê, li nava gelê Kurd û raya giştî ya demokratîk têkildarî jiyan û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû sedema fikaran. Li gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes daketin qadan û xwestin agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê wergirtin.
Şêniyên herêma Firatê jî bi vê armancê li Kobanê li hev kom bûn. Bi sedan kes ji Qada Jin a Azad dest bi meşê kirin û heta Dibistana Şehîd Seydo bi dirûşmeyên "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî Serok Apo" meşiyan.
Di dawiya meşê de endama Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê Arîn Kobanê axivî û got, divê tavilê agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê wergirtin.
Arîn Kobanê got, "Li ser Rêberê me tecrîdeke giran tê ferzkirin. Li wir erdhejek qewimî. Em nizanin ku bandoreke çawa li Îmraliyê kiriye. Divê malbat an jî parêzerên Rêber Apo hevdîtinê tavilê bikin."
Di daxuyaniyê de işaret bi girîngiya Abdullah Ocalan a di nava gelê Kurd û gelê herêmê de hate kirin û hate gotin, "Yê ku kir em li ser lingê xwe bisekinin û li ber xwe bidin, mîmarê felsefeya neteweya demokratîk Rêber Apo ye. Divê civaka navneteweyî jî bi berpirsyariya xwe rabe. Divê em tavilê agahiyê ji Rêberê xwe werbigirin."