Şema Ednan: Em ê li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin

Endama Tevgera Azad a ku li Başûrê Kurdistanê xebat dimeşîne Şema Ednan, diyar kir ku wê li dijî dagirkeriya Tirk bêdeng nemînin.

Kongreya meclîsa Jinê ya Bakur-rojavayê Sûriyeyê ku li navçeya Amûdê ya Qamişlo pêk hatî, bi dawî bû.

Şandeya ji 13 kesan pêk dihat û tevlî kongereyê bûyî, serkeftin ji pêkhateyên kongreyê re xwest.

Endama tevgera azadî Şema Ednan a di nav şandeyê de cih digirt, kongre silav kir û bal kişand ser hewldana dewleta Tirk a li dijî Başûrê Kurdistanê. Edanan da zanîn ku wê serî li ber dagirkeriyê netewînin û li ber xwe bidin, rê nedin ku dewleta Tirk a dagirker armancên xwe yên qirêj pêk bîne.

Ednan diyar kir ka çawa li Rojavayê Kurdistan û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê DAÎŞ têk birî, wê li Başûrê Kurdistanê êrîşên dewleta Tirk jî têk bibin.