BI DÎMEN

Şehîdên Serhildana 12’ê Adarê li Qamişlo hatin bibîranîn

Ji bo şehîdên Serhildana 12’ê Adara 2004’an li Qamişlo merasîma bîranînê hat lidarxistin. Di bîranînê de peyama, “Em ê berxwedana xwe ya li hember tecrîd, qirkirin û dagirkeriyê ji bo parastina şoreşa gelan bidomînin” hat dayîn.

SERHILDANA 12'Ê ADARA 2004

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizêrê merasîma bibîranîna şehîdên Serhildana 12'ê Adara 2004'an di salvegera wê ya 20'emîn de, li dar xist. Merasîm bi dirûşma "Di salvegera 20'emîn a Serhildana Qamişlo de em ê hemû komployan bi yekitî û biratiya gelan têk bibin" li Stadyuma Şehîdên 12'ê Adarê ya bajarê Qamişlo li dar ket. Bi hezaran şêniyên kantonê, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, tevger û rêxistinên kantonê, Kongra Star, partiyên siyasî û rûspiyên eşîran beşdar bûn.

Di merasîmê de hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê Talet Yûnis zanabûna şêniyan li hember hewldanên peydakirina fîtneyê li herêmê silav kir û soza bilindkirina asta têkoşînê ji bo avakirina Sûriyeya pireng, demokratîk û nenavendî nû kir.

Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantonê Mihemed Cemîl diyar kir ku Serhildana 12'ê Adarê mîrateya têkoşîna gelê Kurd û tevgerên wî yên azadiyê ye ku di encamê de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku tê de hemû pêkhateyan cih girtiye, berhem da û got: "Em li hember siyasetên li dijî îradeya gelê herêmê disekinin."

Endama Koordînasyona Kongra Star Remziye Mihemed destnîşan kir ku hevgirtina Kurd, Ereb û Suryanan misogeriya serkeftinê ye û got: "Em ê berxwedana xwe ya li hember tecrîd, qirkirin û dagirkeriyê ji bo parastina şoreşa gelan bidomînin."

Piştre, zarokê bi navê Harûn Mihemed Betal helbestek li ser yekîtiyê bi zimanê Kurdî xwend.

Her wiha, Meclîsa Werzîşê ya Kantonê 8 lîstikvanên berê yên tîma Cîhad xelat kirin. Her wiha meclîsê bavê şehîd Heysem Kenco, Ebdullah Kenco xelat kir.

Di dawiya merasîmê de maçeke futbolê di navbera tîma Kantona Cizîrê (bi cilûbergên tîma Cîhad) û tîma Kantona Dêrazorê de hat lîstin.