Şehîdên Reqayê li Hesekê hatin veşartin

Cenazeyên 9 şervanên di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, li Şehîdgeha Şehîd Dijwar a Hesekê hatin veşartin.

Bi sedan welatiyên bajarê Hesekê li ber Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê kom bûn û cenazeyên şervanên YPG'ê Xelîl Biro (Cegerxwîn), Xidir EL-Ehmed (Şahîn Hesekê), Îsa Mihemed (Agirî Heleb), Fehed Cewher (Dilşêr Hesekê), Beşar Şêxo (Hot Hesekê), Dêrsim Fethî (Agirî Hesekê), şervanê  QSD'ê Reed Ezîz Hebûd (Qewetlî), şervanê Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê Beşar EL-Osman (Nenmir) û şervanê Erka Xweparastinê Mihsin EL-Tînan wergirtin. Girseya gel bi karwanek ji dehan wesayitan berê xwe da Şehîdgeha Şehîd Dijwar.

Piştî ku konvoy gihîşt şehîdgehê, welatiyan darbestên 9 şehîdan hildan ser milan û anîn meydana şehîdgehê. Li vê derê jî, şervanên YPG û YPJ'ê merasîmeke leşkerî pêk anîn.

Piştre endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Fatma Hesen axivî û sersaxî ji hemû malbatên şehîdan re xwest. Hesen Her wiha bal kişand ser planên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Kantona Efrînê û herêma Şehbayê.

Ji fermandarên YPJ'ê Sarya Dijwar jî got, ji bo parastina herêmê xwîna gelên herêmê tevlîhev bûye.

Li dû axaftinan, endama Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan Îlham Bekir, belgenameyên şehadetê yên şehîdan xwend û  yek bi yek radestî malbatan kir.

Piştre cenazeyên şehîdan li ber dirûşma "Şehîd namirin" hatin veşartin.