Şehîdên Qereçoxê hatin bibîranîn

Bi hezaran ji pêkhateyên herêma Cizîrê û Şengalê şehîdên êrîşa 25`ê Nîsanê ya li Çiyayê Qereçoxê bi bîr anîn.

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker di 25`ê Nîsana 2017`an de Çiyayê Qereçoxê yê girêdayî herêma Dêrikê bombebaran kiribû. Di encamê de, endamên raghandina YPG`ê di nav de 18 şervanênYPG û YPJ`ê şehîd bûbûn.

Ji bo bîranîna cangoriyên Qereçoxê, îro bi hezaran ji pêkhateyên herêma Cizîrê û Şengalê berê xwe dane Çiyayê Qereçoxê û êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Qereçoxê û tevahiya Bakurê Sûriyeyê şermezar kirin.

Merasîm bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG, YPJ û Hêzên Erka Xweparastinê ve hate destpêkirin. Paşê ji fermandarên YPJ`ê Zeyneb Efrîn axivî û wiha pê de çû,ʺÊrîşa li dijî Qereçox li dijî ruhê biratiya gelan li Bakurê Sûriyeyê û li dijî projeya çareseriyê ye ya ku pêkhateyên Bakurê Sûriyê pêşkeş kir.ʺ

Zeyneb da zanîn ku dewleta Tirk ji bo zextê li ser çeteyên DAIŞ`ê yên li bajarê Reqayê ku ji aliyê şervanên QSD`ê ve hatibûn dorpêçkirin, êrîşî Qereçoxê kir.

Zeyneb teqez kir ku berxwedana ku li dijî DAIŞ`ê hate destpêkirin, wê bi bersivdayîna êrîşên dewleta Tirk li ser tevahiya Rojava û Bakurê Sûriyeyê tacîdar be. Zeyneb Efrînî got ku armanca dewleta Tirk têkbirina şoreşa Rojava ye û şikandina îradeya gelan e.

Zeyneb di dawiya axaftina xwe de, soza şopandina rêya şehîdan nû kir.

Li ser navê Kongreya Star jî Perwîn Mihemed Emîn axivî û teqez kir  ku wê gelên Bakurê Sûriyeyê destkeftiyên ku bi saya fikren Netewa Demokratîk bidest xistine, her dem biparêze.

Her wiha li ser navê Meclîsa Şengalê li Ewropa, Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Dêrikê û Kurdistaniyên li Ewropayê axaftin hatin kirin û êrîşên dagirkeriya Tirk hatin şermezarkirin û ji civaka navneteweyî hate xwestin ku sînorekî ji kiryarên dewleta Tirk li Sûriyeyê deyne.

Piştî merasîman, gel tevî hêzên leşkerî berê xwe dan Goristana Ş. Xebat Dêrik.