Şehîdên Pêngava Bagera Cizîrê bi merasîmekê hatin veşartin

Cenazeyê şervanên QSD‘ê Cerah, Umer û Hesen El-Hamid yên di Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê ‘de şehîd bibûn bi merasîmekê li Goristana Şehîd Hanî El-Hesen hatin veşartin.

Bi sedan welatiyên bajaroka Bisêra û şervanên QSD‘ê cenazeyê şervanên QSD‘ê Umer Ehmed (Cerah), Îbrahîm Kamil Şahir (Umer) û Yasin Xelef (Hesen El-Hamid) yên di ‘Şerê Tinekirina Terorê’ de şehîd bibûn, li Goristana Şehîd Hanî El-Hesen hatin veşartin.

Girse cenazeyê şehîdan ji bajaroka Bisêrayê wergirtin û bi kerwanekî ber bi Goristana Şehîd Hanî El-Hesen ve ketin rê.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerên QSD’ê ve destpê kir. Piştre, ji fermandarên QSD‘ê Hisên El-Hemada axivî û ji malbatên şehîdan re sersaxî xwest, soza şopandina xeta şehîdan heta rizgarkirina tevahî herêmê ji terorîstan da.

Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Sabirîn Mihemed jî axivî û got: “Şehîdn me meşaleya azadiyê ne ku rêya me ronî kirine, berdêl çi dibe em ê serî natewînin.”

Di merasîmê de Meclîsa Malbatên Şehîdan nasnameya 12 şehîdên QSD‘ê ku Silêman El-Mixlif (Dawûd), Mihemed El-Nayîf (Şeyûr), Sibih El-Nasir (Rîtac), Mihemed El-Mihemed (Wail), Hisên El-Hesen (Xeyd), Mihemed Hemed (Ebd El-Şayatî), Seed El-Şerqawî (Umer), Feysel El-Hemed (Mihemed), Nasir El-Xelef (Salih Kişkiyê), Beşar El-Celûd (Egîd Ebû Hemam), Ehmed Etiya (Mihemed) û Rexîb El-Hesen ên di ‘Şerê Tinekirina Terorê’ de şehîd bûbûn eşkere kir.

Di dewama merasîmê de nasnameya şehîdan hatin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên şehîd Umer Ehmed, Îbrahîm Kamil Şahir û Yasin Xelef di nava dirûşme û tilîliyên dayikan de hatin veşartin.