Şehîdên Parîsê li Qamişlo û Tirbespiyê hatin bîranîn

Sê jinên şoreşger ên di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, li bajarên Qamişlo û Tirbespiyê yên Rojava hatin bîranîn.

Li gelek bajarên Rojava bi wesîleya salvegera komkujiya Parîsê 10’ê Çileya 2013’an ku yek ji damezrînerên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, çalakiyên bîranînê pêk hatin.

QAMISLO

Li bajarê Qamişlo bi pêşengiya Kongreya Star bi dirûşmeya “Bi ruhê têkoşînê Sara û Evîn em ê kujeran têk bibin” meşek hate lidarxistin.

Di meşa ku li Taxa Kornîş destpê kir de gelek kes di nav de rêveber û endamên STK, malbatên şehîdan û endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger amade bûn.

Di meşê de bê navber dirûşmeyên "Jin jiyan azadî", "Bijî berxwedana Rêber Apo", "Ji jinên azad netirse" hatin berzkirin.

Meş li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi dawî bû. Endama Desteya Rêveber a Kantona Qamişlo Şeha Xelîl ku li vir axaftinek kir, Şehîdên Parîsê bi bîr anî.

Şeha Xelîl got: "Jina Dersimî hevrê Sakîne, ji destpêkê ve ji bo 'Jin, Jiyan, Azadî' têkoşiya û ji me re bû mînak."

Şeha Xelîl destnîşan kir ku, di şexsê jinên pêşeng de dixwazin têkoşîna azadiyê têk bibin, êrîşên xwe zêde dikin û got: “Qetilkirina Evîn jî di çarçoveya vê planê de pêk hat.”

Şeha Xelîl diyar kir ku, divê hemû jin û gel li hemberî êrîşan têkoşîna xwe bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" mezin bikin û destnîşan kir ku ew ê bi têkoşîneke hevpar û xurt komploger û kujeran têk bibin.

Bi heman armancê Yekîtiya Jinên Ciwan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya koma Qamişloyê semînerek da. Xwendekarên Enstîtuyê û bi sedan ciwan beşdarî semînera ku li Navenda Ciwanan hat lidarxistin bûn.

Berdevka Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rîm Dada diyar kir ku, dewleta Tirk jinên pêşeng li her dera cîhanê hedef digire û wiha got: "Li Başûrê Kurdistanê Nagîhan Akarsel, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Jiyan Tolhildan, di sala 2013'an de hevrê Sara, Leyla û Fîdan hedef girt. Herî dawî Evîn Goyî û hevrêyên wê dîsa li Parîsê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Dewleta Tirk û pergala kapîtalîst ji îdeolojiya me ya azadiya jinê ditirse.”

Rîm Dede got, "Weke jinên ciwan em dikarin bi fedekariyên mezin û mezinkirina têkoşînê bi felsefeya Rêber Apo bibin layiqê şehîdan."

TIRBESIPİYÊ

Li navçeya Tirbesipiyê ya Kantona Qamişlo jî semînerek hat organîzekirin.

Di semînera ku ji aliyê Yekîtiya Jinên Êzidî yên Rojava ve bi zimanên Erebî û Kurdî hat organîzekirin de, endama Yekîtiya Jinên Êzidî Hediye Şemo diyar kir ku, komkujiyên li Parîsê berdewama polîtîkayên qirkirinê yên li dijî Kurdan û bi taybet li dijî Êzidiyan e.

Şemo destnîşan kir ku, divê têkoşîna hevpar a li dijî êrîşan bê berfirehkirin, ji hikûmeta Fransayê xwest ku ji bo dîtina berpirsyaran erka xwe pêk bîne.