Şehîdên komkujiya Hillêliyê hatin bîranîn
Şehîdên Komkujiya Hilêliyê, Yûsif Gulo û her du neviyên xwe Mihemed û Mezlûm di çil rojiya şehadeta xwe de û li taxa Hilêliyê ya Qamişlo hatin bîranîn.
Şehîdên Komkujiya Hilêliyê, Yûsif Gulo û her du neviyên xwe Mihemed û Mezlûm di çil rojiya şehadeta xwe de û li taxa Hilêliyê ya Qamişlo hatin bîranîn.
Şehîdên Komkujiya Hilêliyê, Yûsif Gulo û her du neviyên xwe Mihemed û Mezlûm di çil rojiya şehadeta xwe de û li taxa Hilêliyê ya Qamişlo hatin bîranîn. Îro 40 roj li ser komkujiya Hillêliyê re derbas bûn. Di komkujiyê de di kesayta welatparêz Yûsif Gulo û her du neviyên xwe Mihemed û Mezlûm hatin hedefgirtin. Di roja 9`ê Mijdarê de dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêpîlot li taxa Hilêliyê û li pêşiya mala Yûsif Gulo êrîşek pêk anî bû.
Bi boneya 40 rojiya her sê şehîdan, welatiyên bajarê Qamişlo tevî malbata Gulo li cihê ku bûyer kom bûn û merasîmeke li dar xist. Di merasîmê de bi dehan şênî, endamên Kongreya Star, MSD, QSD, Partiya Yekitiya Demokartîk û saziyên civaka sivîl amade bûn.
Di merasîmê de wêneyên şehîd Yûsif Gulo, Mihemed Gulo û Mezlûm Gulo hatibûn hildan. Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, paşê endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Şemsîxan Gulo axivî û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bê navber êrîşên xwe li dijî Kobanê, Şengal û Rojava bi giştî dewam dike. Dewleta Tirk a qirker bi êrîşên xwe sivîlan hedef digire mînaka wê ya herî nêz jî komkujiya Hilêliyê ye.
Şemsîxan Gulo jî wiha got: “Em ê heta dawî li pey şopa şehîdên xwe bin, soza me ya bi Rêber Apo û gelê bi rûmet re ew e ku parastina axa welatê xwe bikin.”
Paşê Îbrahîm Gulo birayê şehîd Yûsif Gulo jî axivî û da xuyakirin ku ew wek malbat soza xwe didin ku li hemberî topên dewleta Tirk a dagirker tu carî serê xwe natewînin.
Merasîm bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Kujer Erdogan” bi dawî bû.