Xelkê Kobanê şehîdên xwe dispêre axê

Li Kobanê pênc ciwan di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn. Ji bo şehîdan merasîmekek cenaze hate lidarxistin. Tevgerên ciwanan ên Efrînê jî nerazîbûn nîşanî êrişê dan.

Ji bo ku cenaze werin veşartin li ser rêya Helebê ya Kobanê bi hezaran kes li hev kom bûn. Wê cenazeyê şehîdan li Goristana Şehîd Dîcle were veşartin.

Dewleta Tirk a dagirker di 25’ê Kanûnê de endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan Nûjiyan Ocalan, Viyan Kobanê, Rojîn Ehmed Îsa, Merhef Xelîl Îbrahîm û Welîd Mihemed Menle şehîd kiribû.

Dewleta Tirk li Taxa Şehîd Peyman a li Kobanê bi wesayîta hewayî ya çekdar li malekê dabû.

EFRÎN

Li Kampa Serdem a navçeya Ehdas a kantona Şehbayê îro Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan bi daxuyaniyekê êrişên li ser Kobanê û ciwanan şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin: “Dewleta Tirk a dagirker bi salan e êrişî her çar parçeyên Kurdistanê dike. Ax, xweza, dîrok, çand û welatê gelê Kurd qir dikin. Ev nêzî 8 mehan ne li Zap, Avaşîn û Metînayê berxwedaneke bêhempa li hemberî polîtîkayên qirkirinê didome.

Dîsa herî dawî dewleta Tirk êrişî Kobanê kir. Ev êriş bi hevkariya hêzên navdewletî pêk hat. Di dîroka nêz de gelê Kobanê ji bo ku rûmeta mirovahiyê biparêze bi hezaran ciwanên xwe bêyî dudilî feda kirin. Lê ev mirovahî niha li hemberî qetlîama Kobanê bê deng e. Wekî tê zanîn di encama êrişan de şehîd û birîndar hene.

Ciwan pêşeroja civakê ne. Ji bo ku hêza civakê bişikînin êrişî ciwanan dikin. Di dîrokê de heya niha li hemberî êrişên dagirkeriyê bersiva ciwanan her tolhildan û berxwedan bûye. Em jî di şexsê Şehîd Nûjiyan Ocelan de hemû şehîdên Kobanê bi bîr tînin û soza tolhildanê didin."