Şehîdên enternasyonal ên Şoreşa Rojava – X: Reece Harding

Reece Harding dema ku li Awûstralyayê sorfkarî dikir bi hovîtiya DAÎŞ'ê hesiya û têkoşîna hêzên parastinê yên Rojava bihîst. Bi rê ket.

Reece Harding di 31'ê Tebaxa 1991'ê de li herêma Middle Swan a Awûstralyayê ji malbata Michel û Keith ji dayik bû. Li welatê xwe Awûstralyayê sorfkarî dikir. Her wiha li peravê karê rizgarkirina mirovan dikir. Alîgirekî kelecanî yê tîma futbolê ya herêmî West Coast Eagles bû, gelekî hez ji ger û geştê dikir. Beriya ku bê Rojava eleqeya xwe bi siyasetê re tune bû. Yekane tişta ku bû sedem tevlî nava refên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bibe ruhê wî yê mirovî bû. Li mala xwe dema ku li nûçeyên têkildarî hovîtiya DAÎŞ'ê temaşe dikir, bi hêrs dibû.

JI XWE RE KIR WEZÎFEYEKE MIROVÎ Û BI RÊ KET

Reece YPG weke hêzeke ji bo mafên wekheviyê û demokrasiyê dît û biryar da ku êdî wan bi tenê nehêle. Gihîşt wê baweriyê ku hêzên rojavayî bi têrkerî piştgiriyê bi YPG'ê re nake û ji bo xwe kir wezîfeyeke mirovî û ji bo tevlî nava vê têkoşînê bibe ji herêma Gold Coast a Awûstralyayê ber bi Herêma Xweser a Rojava bi rê ket. Di 4'ê Gulana 2015'an de hat Rojava û tevlî nava refên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bû. Û navê Ashley Jonston ê Awûstralyayî yanî Bagok Serhed li xwe kir ku di 21'ê Sibata 2015'an de li gundê Xesan ê Til Hemîsê şehîd ketibû.

DEMA KU MAYIN BÊBANDOR DIKIR

Bagok Serhed ji aliyê hevrêyên xwe ve weke şervanekî şareza û wêrek dihate naskirin. Timî dixwest tevlî yekîneya sabotajê bibe û tevlî bû. Karên xwe jî bi giranî teqemeniyên bi destan dihatin çêkirin û bêbandorkirina mayinan bû. Di 27'ê Hezîrana 2015'an de li gundê Mişêrfa yê Eyn Îsayê dema ku mayinek bêbandor dikir şehîd bû. Cenazeyê wî piştî demeke kurt anîn Awûstralyayê û ji aliyê malbata wî û hezkiriyên wî ve bi merasîmekê hate veşartin.

JI BO HEVALÊN XWE HER TIŞT DIKIR

Birayê Reece Harding Jordan got, "Reece her tim hevalên xwe diparast û ji bo alîkariyê bi wan re bike her tişt dikir. Hevalê Bagok ev taybetmeniya xwe nîşanî hemû hevalên xwe da. Reece cudahiyek afirand û bi vî rengî şehîd ket. Ez zanim ku di nava aramiyê de şehîd bû. Di nava 23 salan de ji gelek mirovan bêhtir jiya."

SIBE: Şehîdên enternasyonal ên Şoreşa Rojava – XI: Kevim Jochim