Şehîdên enternasyonal ên Şoreşa Rojava – VIII: Ivana Hoffmann

Ji bo piştgiriyê bide têkoşînê û bibe parçeyek ji têkoşînê berê xwe dabû Rojava. Bû ronahî ji têkoşîna hevpar a gelan re.

Beriya ku şehîd bikeve li çepera xwe wiha gotibû: "Li Rojava şerê ji bo mirovahî, maf û enternasyonalîzmê tê dayin. Rojava destpêkeke nû ye, hêvî ye."

Beriya şehîd bikeve wiha nivîsî bû: "Min biryarek da û bi rojan li ser vê yekê fikirîm. Niha roj hatiye ku gaveke bi qasî herikîna çemên Dîcle û Firatê xurt e biavêjim. Ez dixwazim bibim parçeyek ji Şoreşa Rojava, li wir xwe bi pêş bixînim. Dixwazim têkoşîna me nas bikim ku gelên bindest hemû gihand hev. Ji hemûyan jî girîngtir eger pêwîstî pê hebe ez ê bi jiyana xwe şoreşê biparêzim. Haya min jê heye ku li çi rast bêm û haya min ji girîngiya vê têkoşînê heye."

TEVLÎ GELEK GREV Û ÇALAKIYAN BÛ

Ivana Hoffmann ku li bajarê Emmerîch ê Elmanyayê ji dayik bû keça dayika Elman Mîchaela û bavê Togoyî Kossî bû. Bi giştî ji malbateke ji 12 xwişk û bira dihat. Ivana di ciwantiya xwe de di tîmên futbolê yê herêmî de lîst û bi rengekî çalak tevlî civaka li Emmerîchê bû. Heval û malbata wê dibêjin ku hez ji stranan dikir, hez ji dansê û muzîkê dikir.

Piştre bar kir Dûîsbûrg-Meîderîchê û heta bê Rojava li wir ma. Xwe ji aliyê polîtîk ve bi rêxistin kir û di sala 2009'an de tevlî tevgera Greva Perwerdeyê bû. Di salên dawî de beşdarî çalakiyên antîfaşîst bû. Her wiha tevlî wan çalakiyan bû ku şehîdên enternasyonalîst dihatin bîranîn û daxwaza azadiya girtiyên siyasî dihate kirin.

TEVLÎ REFÊN TÊKOŞÎNA LI DIJÎ DAÎŞ'Ê BÛ

Beşbedarî baskê ciwanan ê komunîs (KGO) ya Partiya komunîst a Tirkiyeyê ya Marksîst Lenînîst (MLKP) bû. Tevlî heyeteke KGO bû ku sala 2013'an beşdarî kampeke ciwanan a siyasî ya li Tirkiyeyê bû. Li nava KGO'yê weke keseke rêxistinî bi pêş ket û gelek wezîfe û berpirsyarî bi cih anî. Di bihara 2014'an de li hemberî pêla faşîzmê ya DAÎŞ'ê ku li Iraq û Sûriyeyê belav bû, tevî hevrêyên xwe yên li nava MLKP'ê biryara tevlîbûnê da.

BEŞDARÎ BEDEWIYA JIYANÊ BÛ

Navê 'Avaşîn'ê li xwe kir. Destpêkê çû Herêmên Parastinê yên Medyayê, li vê derê bi gerîlayan re perwerdeya îdeolojîk, siyasî û ziman wergirt. Piştre berê xwe da Rojava û li refên herî pêş tevlî şer bû.

ÊRÎŞA KU LÊ ŞEHÎD KET

Avaşîn Têkoşîn Guneş di 7'ê Adara 2015'an de li gundê Til Nasir ê Til Temirê yê li bakurê Hesekê di şerekî giran de şehîd bû. Hevrêyek qala wê êrîşê dike: Hem ji ber êrîş û şerê li Til Temirê hem jî ji ber şerê timî yê li derdora me em hînî dengê çekan û hawanan bûbûn. Dijmin di 7'ê Adarê saet di 02'an de êrîş bir ser gundê nêzî me. Min hişyarî da hevrê Avaşîn û hevrêyan hemûyan, wê jî rahişt bîksiya xwe û berê xwe da cihê êrîşê.Min hevrê Avaşîn herî dawî li wir dît. Piştî ku şer destpê kir bi saetek, du saetan şehîd bû."

'ROJAVA DESTPÊKEKE, HÊVÎ YE',

Beriya şehîd bikeve li çepera ku lê bû wiha gotibû: "Li xaka li pişt me DAÎŞ heye. Hefteyeke em li vir in. Hefteyeke ji bo parastina Şoreşa Rojava em pozîsyona xwe diparêzin. Min biryar da ku bêm Rojava, ji ber ku li vir ji bo mirovahiyê, ji bo gelan û enternasyonalîzmê şer tê kirin. Rojava destpêkeke, hêvî ye."

Ji bo bîranîna Şehîd Avaşîn Têkoşîn Guneş navê wê li taxeke li Til Temirê hate kirin.

SIBE: Şehîdên enternasyonal ên Şoreşa Rojava – IX: Aryel Botan