Şehîdên enternasyonal ên Şoreşa Rojava – VII: Kemal ê Brîtanyayî

Ji Başûrê Efrîkayê heta bi Îtalya û Yewnanistanê, herî dawî xwe gihand Şengal û Rojava. Hate astengkirin, hate girtin lê nesekinî. Bi biryar bû ku çi dibe bila bibe divê armanca xwe pêk bîne û di vê oxirê de şehîd bû.

Konstandînos Erîk Scûrfîeld di sala 1989'an de li herêma Yorkshîre ya bakur a li Qraliyeta Yekbûyî ji dayik bû. Konstandînos ku kurê herî mezin ê Vasîlîkî û Chrîs bû, xwişkek û 2 birayên wî jî hene. Li bajarokê Royston ê li nêzî Barnsleyê mezin bû û hîn di ciwantiya xwe de weke kesayetekî zane û civakî tevgeriya. Ji aliyê heval û malbata xwe ve dihate hezkirin. Bi navê Kosta dihate naskirin. Hîn di zarokatiyê de xwedî îradeyeke mezin û serbixwe bû. Dayika wî Vasîlîkî got, "Kosta dema ku dixwest tiştekî bike heta ku pêk bîne dest jê bernedida. Bi biryar bû. Ev taybetmendiya wî her ku mezin bû, hîn bi pêş ket." Şagirtekî jêhatî bû û dibistan bi hêsanî qedand. Daxwaza xwe ya performanê û xeteke xwe ya firîner hebû, hîn di ciwantiyê de dixwest bibe lîstikvanek. Piştî ku dest ji dibistanê berda, li Qada Hunerên Dikê ya li Nottînghamê li kûrseke zanîngehê dewam kir û piştre di rêzefîlmekî populer ê televîzyonê ya Îngiliz de li Hollyoaks roleke biçûk lîst.

HER TIM DIXWEST BIBE ALÎKAR

Her tim dixwest alîkariyê bi mirovan re bike û kete nava lêgerîna vê yekê. Hîn di 14 salî de tevî komekê beşdarî karên hawirdorê bû û çû Malealea ya li Efrîkaya Başûr, li wir ji çandina dara û paqijkirina depoyên avê re bû alîkar. Wî û beşdarên din ji bo vê hewldanê alîkariyek zêdeyî 40 hezar Sterlîn kom kirin.

Piştî zanîngeh qedand, biryar da ku li Ewropayê dest bi meşeke dirêj bike û ji ber ku bi eslê xwe Yewnan bû, ji bo leşkeriyê çû Yewnanistanê. Tenê bi kincekî, kêm pere, cotek pêlav û tûlûmê razanê dest bi rêwîstiyê kir. Pereyê xwe yê dawî li Îtalyayê da parsekekî û rojbûna xwe ya 21'ê li çiyayên Alpê derbas kir. Piştre jî xwe gihand Yewnanistanê û 6 mehan li nava artêşê ma.

BÊDENGIYA LI HEMBERÎ DAÎŞ'Ê QEBÛL NEKIR

Dema ku li Qraliyeta Yekbûyî vegeriya beşdarî ya Peyayên Deryayî yên Qraliyetê bû û li Komando ya 45'an weke doktor wezîfe kir. Di jiyana xwe ya nû de tevî ku kêfxweş û serketî bû, li hemberî xemsariya hikumeta Îngiliz a li hemberî DAÎŞ'ê aciz bû. Ji fermandarê xwe pirsî ku artêşa Îngiliz tevlî nava şerê li dijî bibe yan na, bersiva 'Na' jê re hate dayin.

Dayika wî Vasîlîkî qala wê demê kir: "Dema ku mirovên bêguneh dihatin kuştin, li hemberî bêdengiyê gelekî aciz bûbû. Dema ku jê re 'Na' hate gotin, ev yek fêhm nekir. Bi hesta 'Em Kurdan ji Saddam Huseyîn rizgar bikin' an jî 'jinên li Efganistanê hemûyan ji Talîbanê rizgar bikin' mezin bû. Wê demê bû yekî welê ku ji bo tiştekî bike li benda kesî nesekine."

JI DAYIKA XWE RE GOT 'KURD TÊNE KUŞTIN, LÊ KES TIŞTEKÎ NAKE' Û BI RÊ KET

Koska ji dayika xwe re got, "Ez dixwazim biçim Sûriyeyê û alîkariyê bikim' û diyar kir ku Kurd têne kuştin, lê belê hikumeta wan tiştekî nake. Piştî ku DAÎŞ'ê li Şengalê dest bi komkujiyê kir û piştgiriya hewayî ya koalîsyonê dest pê kir, Kosta careke din zor da fermandarên xwe. Careke din bersiva 'Na' jê re hate dayin û piştre bi rê ket. Destpêkê ji aliyê artêşa Îngiliz hate girtin, lê belê bi biryardarî nîşan da ku wê biçe Sûriyeyê û wezîfeya xwe pêk bîne. Dawiya dawî razî bûn. Di Îlona 2014'an de ji leşkerî îstifa kir û di nava çend hefteyan de têkilî bi YPG'ê re danî û berê xwe da Rojhilata Navîn.

HAT ŞENGALÊ, BÛ KEMAL

Piştî ku hat Iraqê tevî hevrêyên xwe yên Kurd û enternasyonal berê xwe da Şengalê, li eniyê şahidî ji şerekî giran ê li dijî DAÎŞ'ê kir. Dest bi têkoşînê kir, navê xwe kir Kemal. Weke kedkarekî tenduristiyê tevlî Yekîneya Neteweya Demokratîk bû. Hevalê Kemal bi doza şoreşê û têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê gelekî dilsoz bû û ji bo vê têkoşînê jî her tişt da. Hevalê Kemal bûbû xwedî wê şensê ku êdî li cîhanê cudahiyekê bike, ji bo xelkê Êzidî yê li Şengalê ji komkujî û qirkirina DAÎŞ'ê biparêze jiyana xwe danî holê.

HEVRÊYÊN WÎ YÊN LI ŞENGALÊ

Hevrêyên wî yên têkoşînê yên li Şengalê bi vî rengî wî bi bîr tînin: "Mehekê timî di bin êrîşê de bûn. Li avahiyên bombekirî, di nava dengê çekan de ku DAÎŞ bi 50 metreyî dûrî me bû radizan, di hundirê tunelan de bi pêş ve diçûn, her topeke hawanê diket me hewl didan xwe veşêrin. Êrîşên DAÎŞ'ê bi giranî bi şev dibû. Hejmara me kêm bû lê belê her gavê me êrîşên wan têk dibir. Me zanîbûn ku eger em hinekî din zorê bidin, em ê wan têk bibin. Lewma me biryar dan ku kes dîl neyê girtin, çi dibe bila bibe em ê bi hev re şer bikin û bimirin. Me roj bi roj xeta xwe diparast. Kosta ji bo me li ser xwe bihêle saloneke sporê çêkir û xwarina me jî bi giranî wî çêdikir. Di şer de ez ji aliyê hevalê Kemal ve hatim rizgarkirin. Fîşekek li min ket û li her derê fîşek dihate teqandin. Ez ji ser hişê xwe çêbûm, hevalên min ên bi navê Kosta û Cûdî xwîn sekinandin û bi 300 metreyî ez hilgirtin, birin wesayita veguhastinê. Ne ji wan bûya, ez îro ne li vir bûm."

DERBASÎ ROJAVA BÛ, DI KEMÎNÊ DE ŞEHÎD BÛ

Piştî serketina li Şengalê hevalê Kemal derbasî Rojava bû û li eniya pêş tevlî operasyonên li dijî DAÎŞ'ê bû. Weke şervanekî şareza, doktorekî li qada şer û lîderekî xwezayî ji bo yekîneya xwe ya leşkerî li pêş bû, jiyana gelek kesî rizgar kir. Di dema pêngava rizgarkirina Til Hemîsê de hevalê Kemal di konvoya wesayitan a şervanên birîndar û penaberan de bû. Kete kemîna DAÎŞ'ê. Piştî şerekî demdirêj di 2'ê Adara 2015'an de şehîd bû.

Ji ber tevkarî û fedakariya mezin a şehîd Kemal, Yekîneyên Parastina Gel navê wî li akademiyeke leşkerî kir.

SIBE: Şehîdên enternasyonal ên Şoreşa Rojava – VIII: Ivana Hoffmann