Şehîdên enternasyonal ên Şoreşa Rojava – VI: Ashley Johnston

Ashley Johnston ê ji Awûstralyayê dema ku li welatê xwe efserî dikir, bi zilma DAÎŞ'ê hesiya û biryar da ku divê ev yek bê guhertin. Lewma jî bi koma Lions of Rojava hat qada şoreşê.

Li Til Hemîsê ku bi 12 hezar kîlometreyî dûrî welatê xwe ye, şehîd bû. Piştre dayika wî bi bandora têkoşîna şoreşgerî got 'Ez jî Kurd im'.

Ji bo rizgarkirina herêmên Til Hemîs-Til Berak ên Kantona Cizîrê ku di bin dagirkeriya DAÎŞ'ê de bûn, di 21'ê Sibata 2015'an de operasyona rizgarkirinê hatibû destpêkirin. Li gel YPG, YPJ û hêzên asayîşê, tevî pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan û Asûr, şervanên enternasyonal ên ji çar aliyên cîhanê hatibûn jî di pêngavên rizgarkirinê de şehîd bûn. Bagok Serhed (Ashley Johnston) ê Awûstlrayayî, Kemal Îngiliz (Konstandînos Erik Scurfield) ê bi eslê xwe Yewnan, fermandar Baran Amara (Udey El Ubeyd) ê Ereb ku piştî malbata wî bi temamî ji aliyê DAÎŞ'ê ve hate qetilkirin tevlî nava refên YPG'ê bû û Avaşîn Têkoşîn Guneş (Ivanna Hoffman) a Elman a bi eslê xwe Efrîkî, ku temsîla mozaîka li nava têkoşîna hevpar dikirin, şehîd bûn.

EFSERÎ DIKIR, NEMA KARÎBÛ XWE LI REWŞÊ RABIGIRE

Ashley Johston. Bi navê xwe yê li nava têkoşînê Bagok Serhed. Di 15'ê Nîsana 1986'an de li bajarê Maryboroug ê eyaleta Queenslandê yê Awûstalyayê ji dayik bû. Zarokê Amanda û Bery, Johsnton karekî postayê bû û li nava artêşa Awûstralyayê efseriya cihgir dikir. Li nava artêşa Awûstralyayê ku heft salên xwe lê derbas kir, weke kedkarê tenduristiyê û çekvan wezîfez kir. Vê tecrûbeya wî ya leşkerî bandor li têkoşîna wî jî kir. Komkujiya DAÎŞ'ê ya li tevahiya cîhanê ew jî gelekî bi hêrs kir. Biryar da ku li hemberî van kiryarên DAÎŞ'ê bêdeng nemîne û ji bo piştgiriyê bide Yekîneyên Parastina Gel (YPG) biçe Sûriyeyê.

BI KOMA DESTPÊKÊ YA ENTERNASYONAL HAT ROJAVA

Ashley Jonston bi koma destpêkê ya enternasyonal Lions of Rojava di sala 2014'an de hat Rojava. Piştî ku xwe gihand Rojava ji bo karibe bi lez tevlî nava refên têkoşînê bibe, beşdarî nava Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bû. Di 21'ê Sibata 2015'an de cihê xwe di nava pêngava rizgarkirina Til Hemîsê de girt û piştî 2 rojan di 23'ê Sibata 2015'an de li gundê Xesanê yê Til Hemîsê şehîd bû. Cenazeyê wî ji welatê wî re hate şandin û di 8'ê Nîsana 2015'an de li paytexta Awûstralya Canberrayê hate veşartin.

DAYIKA WÎ YA KU BI TÊKOŞÎNA WÎ HESIYA GOT 'EZ KURD IM'

Dayika Şehîd Bagok Serhed Amanda piştî ku bi şehadeta wî hesiya, ji xwe re kir karek ku têkoşîna şoreşgerî ya Kurdan ji nêz ve nas bike û dawiya dawî got, 'Ez Kurd im'. Amanda got, 'Ne tenê li gel kurê xwe, ji bo piştgiriya her kesên ji bo azadiyê têdikoşin ez Kurd im'. Amanda anî ziman ku ew zane wê Kurd ti carî kurê wî ji bîr nekin, ev yek êşa wê sivik dike û got, "Li wêneyan binihêrim. Mirov dibîne ku çavên wî dibiriqîne û rûyê wê dikene."

SIBE: Şehîdên enternasyonal ên Şoreşa Rojava – VII: Kemal ê Brîtanyayî