Şehîdên enternasyonal ên Şoreşa Rojava – V: Karker Kobanê
Yek ji berxwedêrê Kobanê Karker ê Arnavut e… Ew jî mîna Kobanê bû dîrok. Li Sînopê mala xwe da koçberekî ji Rojava û tevlî sînorên berxwedanê bû.
Yek ji berxwedêrê Kobanê Karker ê Arnavut e… Ew jî mîna Kobanê bû dîrok. Li Sînopê mala xwe da koçberekî ji Rojava û tevlî sînorên berxwedanê bû.
Bi rojan şev û roj nobet girt û got, “Divê her kes were vir û tevlî berxwedanê bibe. Rastî Kurdistan e, ne derewên dewleta faşîst e." Ew guleyên bombeyan veguherand guldankê, bermahiyên berxwedanê kir muze.
Hevrê Karker ê 60 salî ku bi eslê xwe Arnavut e, ji bo Kobanê ji dagirkeriya DAÎŞ'ê biparêze, ji bo tevlî YPG'ê bibe derbasî Rojava bû. Ew neviyê Rifat Horoz ku gerîlayekî beriya Şerê Cîhanê yê Yekem gelek çalak bû. Bapîrê wî ji bajarê Prîştîne ya Kosovayê ku gelek Arnavut lê dijiyan hatiye, lê piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, ji bo paqijkirina etnîkî berê wan dane bajarê Sînop a Tirkiyeyê. Hevrê Karker li wir hatiye dinê û piştre tevî malbata xwe derbasî Zonguldakê bûye. Bavê wî karkerê madenê û sendîkavan bû. Ji ber vê sedemê di temenê xwe yê biçûk de armanca grev û mîtîngan zû hînbûye.
BEŞDARÎ TEVGERA RIZGARÎ BÛ
Piştî ku bavê wî di qezaya madenê de jiyana xwe ji dest da, di 13 saliya xwe de çû ba xaltiya xwe ya li Stenbolê. Di vê taxê de gelek çalakiyên şoreşgerî hatin lidarxistin û Rifat di demeke kurt de bi ciwanên şoreşger ên herêmê re germ bû. Ew tevlî tevgera Rizgarî bû, ku rêxistineke Kurd a Marksîst e. Ew di 1’ê Gulana 1977’an de di nav refên Ala Rizgarî de cih girt ku komeke piçûk a cudaxwaz a partiya Rizgarî bû. Di sala 1978’an de di çarçoveya çewisandin û tasfiyekirina tevgera Rizgarî de ji aliyê dewleta Tirk ve tê girtin û bi Îsmaîl Beşîkçî re heman qawîşê dimîne. Weke gelek şoreşgerên beriya xwe hevrê Rifat jî girtina xwe ji bo berfirehkirina zanîn û analîzên xwe bi kar anî û piştre gotibû, "Girtîgeh ji bo min akademiyek mezin bû."
NAVBER NEDA XEBATÊN ŞOREŞGERIYÊ, PKK’Ê NAS KIR
Piştî ku di sala 1991'an de ji girtîgehê derket, li Dîlokê li peravên Derya Spî şîrketek barkêşiyê ava kir. Lê ti carî dest ji xebatên xwe yên şoreşgerî berneda. Piştî zindanê jî bi şoreşgerên Kurd re tekiliyên xwe berdewam kir û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) baştir nas kir. Gelek caran xwe li kolanan, li pêşiya xwepêşandanan didît, bi çalakvanên ciwan re dixebitî û her ku derfet bidîta rojname û kovara Neteweya Demokratîk belav dikir. Her wiha gelek caran diçû serdana girtiyên siyasî.
MALA XWE DA MALBATEKE ROJAVA Û BERÊ XWE DA SÎNORÊN BERXWEDANÊ
Di 14’ê Îlona 2014’an de DAÎŞ’ê êrîşî Kobanê kir. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga parastina Kobanê li gel kir û got, "Eger ev hewldana qetlîamê (li Kobanê) bi ser bikeve, hem dê pêvajoya çareseriyê bi dawî bibe, hem jî wê bingehê darbeyeke nû ya demdirêj bê ava kirin. " Hevrê Karker di cih de bersiv da. Mala xwe ya li Sînopê ji malbateke Kurd a koçber re ku ji şerê Rojava rizgar bûne re hişt. Di cih de berê xwe da Kobanê, lê nekarî sînor derbas bike. Li gundê Misyanterê yê nêzî sînor ma û bi hefteyan şev û roj nobedê girt da ku nehêle çeteyên DAÎŞ’ê derbasî Kobanê bibe. Bi kesayeta xwe ya hêja, fedakarî û ruhê xwe yê şoreşgerî di demeke kurt de ji aliyê gel û hevrêyên xwe ve hate hezkirin. Di gotara xwe ya Cotmeha 2014'an de wiha gotibû: "Divê her kes were vir û tevlî vê berxwedanê bibe. Ez dixwazim her kes bi gelê Kobanê re be. Li vir qada berxwedanê heye, gelek tişt heye ku mirov li vir hîn bibin. Ji gelê Kurd gelek tişt hene ku em hîn bibin. Welatiyên ku mejiyên wan bi derewên dewleta faşîst hatine şûştin, eger dixwazin rastiyê hîn bibin, divê bên Kurdistanê bi xwe bibînin."
PROJEYÊN MUZE Û PIRTÛKXANEYA BERXWEDANÊ PÊŞ XISTIN
Li Misyanterê gelek proje pêk anî, avahiyên xerabûyî û wêranbûyî tamîr kir, Muzeya Berxwedanê ya Arîn Mîrkan û Pirtûkxaneya Kader Ortakaya ava kir.
Di vê navberê de li rêyekê digeriya ku derbasî Kobanê bibe. Di dawiyê de YPG'ê li ser hewldanên wî yên li ser sînor agahî girt û ew ji sînor derbas kir. Piştî ku sînor derbas kir, di demek kurt de dest bi alîkariya avakirina bajêr kir. Êdî ew endamê YPG'ê bû û navê Hevrê Karker û paşnavê Kobanê ku gelekî jê hez dikir li xwe kir. Wî biryar da ku muzexaneyek şer ava bike û bi sedan guleyên neteqiyayî, mîn û bombeyên destan, her wiha bermahiyên din û tiştên malê kom kirin, hem jî bal kişand ser çîrokên wêrankirinê û hem jî bajar ji sivîlan re ewletir kir ku vegerin. Wî her wiha qalikên guleyan veguherand guldankên rengîn ji bo çandina kulîlkan.
'WERIN EM SOSYALÎZMÊ Û ŞOREŞA GELAN AVA BIKIN'
Şehîd Karker got, "Ez niha şahidê vî şerî me. Ez parçeyek ji vî şerî me û di nav de dijîm. Ez li dijî hêzên ku faşîzma DAÎŞ’ê li hemberî pergala ku li vir li dora paradîgmayê Rêbertî pêş ketiye, bi rêxistin dikin şer dikim. 40 sal in em li kolanan şoreşa sosyalîst qîriyan. Niha em ê li vir sosyalîzmê ava bikin. Werin em bi hev re sosyalîzmê ava bikin. Hûn çi sosyalîzmê dixwazin, çi şoreşa gel dixwazin, werin vir û em bi hev re ava bikin."
BÛ DÎROK
Karker Kobanê di êrîşa mezin a çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser bajêr di 26’ê Hezîrana 2015’an de şehîd bû. Di vê êrîşê de nêzî 223 kesan jiyana xwe ji dest dan. Xebata Karker ku jiyana wî bi pratîkên şoreşgerî derbas bû, bi saya muze û pirtûkxaneyên ku ava kirine, di dilê her kesê ku naskiriye de dijî.
SIBÊ: Şehîdên enternasyonal yên Şoreşa Rojava: Ashley Jonston (Bagok Serhed)