Bajarê Serêkaniyê ku Aryel Botan lê şehîd bû, yek ji bajarên destpêkê yên şerê li Rojava bû. Sala 2011'an bi bihara Ereb re piştî ku rejîma Beşar Esad li Sûriyeyê têk çû, herêm ji aliyê dûvikên El Qaîdeyê El Nûsra û Ceyşul Hur ve hate dagirkirin. Di salên 2012-2013'an de bi avabûna Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re li hemberî van koman têkoşîneke xurt hate meşandin û di encama şerekî giran de bajar hate rizgarkirin.
Piştî 2 salan çeteyên DAÎŞ'ê hewl dan bajêr dagir bikin, şerekî giran qewimî û çete careke din hatin têkbirin. Ji ber ku El Qaîde û DAÎŞ nekarî bi ser bikeve vê carê artêşa Tirk di 9'ê Cotmeha 2019'an de êrîş kir. Li bajarên ku niha di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye, binpêkirinên mafên mirovan bênavber diqewimin. Yek ji şervanên YPG'ê yên ku sala 2015'an di şerê dijî DAÎŞ'ê de li bajêr şehîd bû, Aryel Botan e.
JI TEHRANÊ ÇÛ QENDÎLÊ, JI WIR JÎ BERÊ XWE DA ROJAVA
Mûhammed Huseyîn Karîmî. Bi navê xwe yê li nava têkoşînê Aryel Botan. Di 19'ê Çileya 1990'î de li paytexta Îran Tehranê ji dayik bû. Mîna gelek enternasyonalan Aryel Botan jî dema ku hovîtiya DAÎŞ'ê ay li Iraq û Sûriyeyê bihîst, hewl da tiştekî bike. Di vê çarçoveyê de sala 2015'an çû herêma Qendîlê û tevlî nava refên gerîla bû. Piştî demeke kurt jî ji bo şerê DAÎŞ'ê bike derbasî Rojavayê Kurdistanê bû.
Şehîd Aryel ji roja ku xwe gihand Rojava û pê ve zû hînî herêmê, dest bi têkoşînê kir, herî dawî jî beşdarî nava pêngava rizgarkirina Serêkaniyê ya li dijî DAÎŞ'ê bû. Di dîmenekî de ku beriya şehîd bikeve hatibû kişandin Şehîd Aryel Botan wiha digot, "Li dijî zordariya DAÎŞ'ê ez tevlî nava refên YPG'ê bûm. Vê zordariyê ol tune kir û gef li tevahiya cîhanê xwar. Li vê derê bi pêşengiya YPJ'ê li dijî nijadperestiyê ji bo jiyaneke azad û wekhev têkoşîn tê meşandin. Bi hêviya ku rojekê mirovahî hemû bigihêje vê cîhana aram û azad."
GOTINA KU TIMÎ BI KAR DIANÎ
Gotineke din hebû ku Şehîd Aryel Botan timî digot: "Em dibêjin ku Xwedê mirov weke hebûnên azad afirandiye. Ev pîroz e."
Şehîd Aryel Botan di 9'ê Gulana 2015'an de li gundê Til Boxa yê nêzî Serêkaniyê di şerê dijî DAÎŞ'ê de şehîd bû.
SIBE: Şehîdên enternasyonal ên Şoreşa Rojava – X: Reece Harding (Bagok Serhed)