Şehîdên enternasyonal ên Şoreşa Rojava – II: Sarya Ozgur

Bi gotina 'Parastina Kobanê wezîfeya her mirovekî bi rûmet e. Ez jî dixwazim di nava vê têkoşîna mafdar de bim' bi ruhê xurt ê têkoşînê çû Kobanê û tevî hevrêyên xwe li ber xwe da.

Sarya Ozgur ku şehîda enternasyonal a yekem a Rojava ye, dema ku destpêkê tê herêmê wiha dibêje: “Hatina Rojava û tevlî berxwedana li vir bûyîn, ji bo vê girêdanê gelek girîng e. Em dirûşmeya ‘Li kuderê kesek hatibe çewisandin, em li wir in’ esas digirin. Rojava cihek girîng a têkoşînê ye ku pêşengiya yên çewisandî û mêtingehkirî dike.” 

Em ê di beşa duyem a dosyaya xwe de, qala jiyan û têkoşîna yek ji fermandarên MLKP’ê (Partiya Komunîst a Tirkiyeyê ya Marksîst-Lenînîst) Sarya Ozgur (Sîbel Bûlût) bikin.

DI TEMENÊ CIWAN DE DEST BI TÊKOŞÎNÊ KIR

Sala 1986’an li bajarê Dêrsim ê Bakurê Kurdistanê tê dinê. Di temenê ciwan de di nava têkoşîna rêxistinkirî de cihê xwe digire. Li bajarên weke Stenbol û Wanê têkoşînê dimeşîne. Di rojnameya Atilim a ku li Tirkiyeyê tê weşandin, demekî midûriyeta karên nivîsê dike. Sarya ku ji aliyê hevrêyên xwe ve bi fedakarî û zelaliya armanca xwe tê nasîn, bê navber diyar dikin ku rizgariya gelê Tirk bi azadiya gelê Kurd pêkan e. Ev rewş weke ‘Girêdana çarenûsê heye’ pênase dikir. Cotmeha 2013’an tê Rojava û van tiştan dibêje:

“Girêdanbûna me ya çarenûsê heye. Hatina Rojava û tevlî berxwedana li vir bûyîn, ji bo vê girêdanê gelek girîng e. Ji xeynî vê yekê jî erk dikeve ser milê me komunîstan jî. Em ji xwe re dirûşmeya ‘Li kuderê kesek hatibe çewisandin, em li wir in. Li kudera cîhanê yan jî kîjan welatî dibe, bila bibe’ esas digirin. Li gel hemû kesên hatine çewisandin û mêtingerkirin, cih girtin. Pêşengî ji wan re kirin û têkoşîn kirin. Girîngiya Rojava ya ji bo me ev e.”

‘LI ÇEPERÊN PÊŞ ŞER KIR, NE SEKINÎ, FÊR KIR Û BANDOR KIR’

Bi gotina “Em biçin şoreşê, Saryayek nû biafirînin. Min Saryaya din li piştî sînoran hişt” hat Rojava û carên destpêkê ji bo fêrî herêmê bibe demekê dimîne biryargeha Yekîneyên Parastina Gel (YPG). Sarya Ozgur ku di nava tabûrek bi tevger de dest bi têkoşîna xwe ya destpêkê ya li Rojava kir, di operasyon û çalakiyan hemûyan de cihê xwe di çeperên pêş de digire. Li ser esasê pêdiviyên têkoşînê, piştî du mehan diçe tabûra çekên giran. Tevî pirsgirêka ziman a li herêmê bi serê wê hatî jî, dikarî bi mirovan re têkîliyê deyne û derdora xwe bandor bike. Ger tiştek nedizanî hebaya weke ku dizanî nedikir, lê ji bo fêrbûna wê hewl dida. Fermandarek bû ku dema fêr dikir, fêr jî dibû.

‘ERKEK MIROVÎ YE, DIVÊ EZ LI NAVENDA VÊ ŞERÊ MAFDAR BIM’

Bi gotina “Li cem Kobanê bûyîn, erkê her mirovek bi rûmet e. Her kesê xwedî wijdan divê di vê şerî de li cem xelkê Kobanê be. Weke komunîstekê divê ez li navenda vê şerê mafdar bim” dixwaz dike ku biçe Kobanê û bi fedakariyek mezin û ruhek enternasyonal 16’ê Cotmeha 2014’an ji Kantona Cizîrê diçe Kobanê.

Weke jinek ku di çeper de şer dike, weke fermandarek jin, weke şoreşgerekê Şehîd Sarya di çeperên pêş ên şoreşê de ji dil bawer dikir ku divê azadiya jin hebe. Saryayê wê demê wisan gotibû:

“Şoreşa Rojava di heman demê de şoreşa jinê ye. Jin timî weke zayenda duyemîn tê dîtin. Tên çewisandin. Tûndiya vê zextê li Rojhilata Navîn zêdetir e. Bi Şoreşa Rojava re derketin pêş. Jin daketin qadan. Çek girtin û dest bi şer kirin. Li çeperan şer dikin, şehîd dibin û fermandariyê dikin. Îradeyek bê hempa raber dikin. Têkoşînê bi biryardarî dimeşînin. Li herêmê Cizîrê jî heman e, li Kobanê jî heman e.”

BI GOTIN ‘TU BI XÊR HATÎ CEM SAKÎNE CANSIZ’ TÊ ŞANDIN

Şehîd Sarya Ozgur 12’ê Kanûna 2014’an di berxwedana li dijî çeteyên DAÎŞ’ê ya li çeperê başûrê Kobanê şehîd dibe. Bû enternasyonala jin a yekem ku li Rojava şehîd bû. Di şehîdbûna xwe de jî girêdayî xeyal û armancên xwe yên jiyanê ma.

Dayika wê Zekiye Bûlût fedayiyên şoreşger hemû yên li Kobanê şehîd bûne bi bîr tîne û dibêje: “Ez ê bibin toz û xak lingê wan.” Bavê wê Mûrat Bûlût jî ev peyama da: “Keça min bi gotina ‘Her kesê şoreşger divê li vir be’ weke şoreşgerekê hat vir û şer kir. Em bi wê û hevrêyên wê yên şehîd hemûyan serbilind in.” Naaşê wê li Dêrsimê tê veşartin û bi gotina “Tu bi xêr hatî cem Sakîne Cansiz” tê şandin.

LI GELEK CIHAN BI NAV Û TÊKOŞÎNA XWE DIJÎ

Navê şehîd Sarya Ozgur a bi têkoşîn û berxwedanê dagirtî, li cadeyek a li navenda Kobanê ya tabûrek a girêdayî MLKP’ê hat kirin. Gel bi bîranîna wê li wê cadeya li Kobanê bê navber merasîmên bîranînê lidar dixin û hevrêyên wê yên MLKP’î jî bi gotina “Çeka hevrê Sara êdî di destê hevrêyên wê de ye û heta serkeftinê wê bêdeng nemîne” têkoşîna wê didomînin.

Hevrêyên wê yên partiyî wiha digotin: “Dema jin dibû mijara gotinê, hîn bi hestiyartir bû. Bawer dikir ku divê girîngî ji perwerdeya jinan re bê dayîn. Ji bo hevrêtiya jinê azadî şert e! Di her firsend û axaftinê de digot ku Şoreşa Rojava şoreşek jinê ye û ev yek îfadeya baweriya wê ya xurt bû. Ji vê bawer dikir. Ji ber ku vedana rast a şoreşa jinê û îradeya guhertinê di pratîka xwe de didît. Di wê zanebûnê de bû ku nêzîkatiyek a lewazkirina jinê, dê tenê wê jinan hemûyan lewaz bike. Hevrêyên xwe yên jin diparast û li dijî pasîftiya wan li hemberî pirsgirêkan têkoşer bû. Weke jin divê em hev dû biparêzin lê her tim hin kesên ku werin parastin, hene. Lewma neçariyek e ku divê her jin xwedî wê hêzê be ku xwe biparêze.”

Sara Ozguran û gelek hevrêyên wê îro Kobanê kirin cihê serkeftinê. Dibe tevlî govengên serkeftinê nebibin, lê xelkê Kobanê wê wan ji bîr nekin û hevrêyên wan wê ala têkoşîna wan qet ne deynin. Xelkê Kobanê hingî ku li Cadeya Şehîd Sarya Ozgur derbas bû, wê têkoşîna wê timî bi bîr bîne.

SIBE: Şehîdên enternasyonal ên Şoreşa Rojava – III: Rojvan Kobanê