Şehîdên Berxwedana Rûmetê li Kobanê spartin axê
Şervanên QSD’ê Îsmaîl Ehmed (Mordem Çiya) û Mehmûd Kino (Comert Kino) ên di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûne, li Kobanê bi merasîmekê spartin axê.
Şervanên QSD’ê Îsmaîl Ehmed (Mordem Çiya) û Mehmûd Kino (Comert Kino) ên di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûne, li Kobanê bi merasîmekê spartin axê.
Bi sedan şênî, endamên saziyên sivîl ên herêma Firatê û şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk tevlÎ merasîmê bûn.
Merasîm li Goristana Şehîd Dîcle bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê endama rêveber a Mala Jin a bajarê Kobanê Sultana Hemdî axivî û got: "Temenê azadiyê buha ye. Tenê bi berxwedan û fedekariyan bidest dikeve. Bi saya fedekarî û têkoşîna şehîdan em ê bi teqez bi ser bikevin." Hevserokê Akademiya Civaka Demokratîk a herêma Firatê Şervan Muslim axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Muslim diyar kir ku pêvajoya herêm tê re derbas dibe girîng û dîrokî ye. Di vê pêvajoyê de nexşerêya Rojhilata Navîn ji nû ve xêz dibe. Muslim destnîşan kir ku divê gelê Kurd vê derfetê baş bi kar bîne da ku mafên xwe bidest bixe û yekitiya xwe ava bike ji bo ku layîqî fedekariyên şehîdan bin.
Bi navê malbata şehîd Mordem Kobanê Îsmaîl Qewas axivî û got: "Van şehîdan di eniyên li dijî êrîşên Tirkiyê de berxwedan û têkoşînek destanî nîşan dan. Ji bo ewlehiya herêmê û gelê wê azad bijî canê xwe feda kir."
Piştre endama Mecîisa Malbatên Şehîdan wesîqeyên şehadeta şehîdan xwend û radestî malbatên şehîdan kir.
Meclîsê nasnameya şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Ebdulrehman Hec Elî yê ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûye eşkere kir.
Di dawiyê de girseya gel cenazeyên şehîd Mordem û Comerd li Goristana Şehîd Dîcle veşartin.