Şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin veşartin

Şehîdên Berxwedana Rûmetê li Goristana Şehîd Dijwar bi tevlêbûna bi hezaran kesan hatin veşartin.

Şêniyan cenazeyên şehîdan ji navenda Meclisa Malbatên Şehîdên wergirtin. Navên şehîdan wiha ne; Duaa El-Yusif bi nasnav Ronas Heleb, Selîma Dinkrî bi nasnav Vejîn Takman, Mizgîn Mihemed bi nasnav Ronîda Qendîl, şervanên Hêzên Xweparastinê Elaa Hemîd, Mihemed Melêk û Mizgîn El-Necim, şervanên Hêzên Sûriye Demokratîk Lezgîn Hemo bi nasnav Xebat Hawar, Elî Xabûr bi nasnav Lorand Hesekê, Meter Sedon bi nasnav Murad Hesekê, Îsa Mihemed bi nasnav Dogan Hesekê, Ronê Bedir bi nasnav Ronî.

Şêniyan cenazeyên şehîdan wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Dijwar ve ya li gundê Dawûdiyê ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ji hêla YPG û Hêzên Erka Xweparastinê ve dest pê kir. Piştre hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Ebdulxenî Oso axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Oso got: "Em hemû dizanin ku em rastî êrîşên hovane ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve tên. Ew hewl didin herêmên me dagir bikin."

Oso diyar kir ku her mirovek li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şerê rêxistinên terorîst kir û li ber xwe da û bi saya xwîna şehîdan û hevgirtina tevahiya pêkhateyên herêmên bi ser ketin.

Piştî bi dawîbûna axaftinê, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed wesîqetên şehadeta xwend û radestî malbatên wan kirin. Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîda Emmar Qemer bi nasnav Sîdar Agirî şervanê Hêzên Sûriye Demokratîk ê ku li Girê Spî şehîd bûye hate eşkerekirin.

Piştre şervanan cenazeyên hevalên xwe di nav tilîliyên dayîkan de spartin axê.