Şehîdên Berxwedana Rûmetê bi merasîmeke heybet spartin axê
Cenazeyê 6 şervanên di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbûn, ji aliyê bi hezaran kesî ve li Şehîdgeha Şehîd Xebat Dêrik bi merasîmeke bi heybet ve spartin axê.
Cenazeyê 6 şervanên di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbûn, ji aliyê bi hezaran kesî ve li Şehîdgeha Şehîd Xebat Dêrik bi merasîmeke bi heybet ve spartin axê.
Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê û navçeyên wê berê xwe da Nexweşxaneya Şehîd Hogir a li Dêrikê da ku cenazeyê şehîd Boyî Tabî (Tîrêz Rojhilat), Ebdellah El-Ewêd (Şiyar Zagros), Mihemed Korman (Dilgeş Dozhat), Mihened El-Hasûd (Dilşêr Qamişlo), endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê ku di Berxwedana Rûmetê d Şivan Elîko û cenazeyê dayika Eqîde Osman ku li Serêkaniyê di encama komkujiya li ser sivîlan de şehîd bûûbn, wergirtin û bi karwanekî mezin berê xwe da Şehîdgeha Şehîd Xebat Dêrikê.
Di merasîmê de nûnerên Rêveberiya Xweser, saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, nûnerên eşîran û oldar û bi hezaran şêniyên bajar û bajarokên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hemû pêkhateyan amade bûn.
Şêniyan wêneyên şehîdan, sembol û alên QSD, YPJ û YPG’ê hildan.
Hevserokê Desteya Hundirîn Kenan Berekat li Şehîdgehê bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê axivî û got: "Malbatên Şehîdan ên ku destanên lehengiyê di Berxwedana Rûmetê de nivîsandin, ji ber bajarê Serêkaniyê li pêşiya Osmaniyên nû sekinîn, wê bajarî xwe radestî Erdogan nekin. Ev yek di encama berxwedana mezin û piştgiriya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ku li kêleka hêzên xwe sekinîn, pêk hat."
Bi navê Kongreya Star endama rêveberiyê Perwîn Yûsif axivî û bal kişand ser têkoşîna ku jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin û wiha got: "Mînakên mîna şehîd Hevrîn Xelef ku her tim erka li ser milê xwe pêk dianî û dayika Eqîde ku bû mînaka jinên azad."
Şêniyan li dengê dayika Eqîde dema ku berê xwe dida Serêkaniyê beriya çend kêliyan ji şehadeta wê guhdar kir. Piştre nasnameyên şehîdan ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê hatin xwendin û radestî malbatên wan kirin.
Bi navê Malbatên Şehîdan Ibrahîm El-Hasûd ku bavê şehîd Mihened El-Hasûd e, wiha got: "Ê ku îdîa dikin DAÎŞ`ê bi dawî bûye, ne rast e. Ji ber ku DAÎŞ bi desteka dagirkeriya Tirkiyê û Erdogan dubare dibe. Em malbatên şehîdan soz didin hêz û şehîdên xwe ku em ê li ser rêya şehîdan bimeşin û Berxwedana Rûmetê bi ser bixin."
Roza Mistefa keça şehîd Eqîde Osman jî axivî û got: "Hêviya dayika min ku bibe şehîdek li ser vê axa pîroz. Em soz didin em ê rêya wê bidomînin, wê fikr û felsefeya rêber Ocalan di mêjî û zarokên xwe de çandin, ji ber vê em soz didin em ê rêya wê bişopînin."
Di dawiya merasîman de, di nav tilîliyên dayikan de şehîd spartin axê.