Şehîdên ‘Bagera Cizîrê’ bi merasîmekê spartin axê

Welatiyên Dêra Zorê cenazeyê şervanên QSD’ê Usame Mihemed El-Hesen (Cesûr), Ebdulletîf Etellah (Bahoz), Mihemed bi merasîmekê li Goristana Şehîd Hanî El Hesen a bajarokê Bisêra veşartin. Di merasîmê de nasnameya 5 şervanên QSD’ê jî hatin eşkere kirin.

Bi sedan welatiyên Dêra Zor û gundewarên wê cenazeyê şervanên QSD’ê Usame Mihemed El-Hesen (Cesûr), Ebdulletîf Etellah (Bahoz), Mihemed ku 19’ê Mijdarê di Pêngava Bagera Cizîrê ango ‘Şerê Tinekirina Terorê’ de şehîd bûbûn, li Goristana Şehîd Hanî El-Hesen a bajarokê Bisêra spartin axê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanên QSD’ê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre li ser navê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Salih Xelo axivî û got; “Şehîdên me sembola rûmeta me ne, şehîd ji xeyalan rastiya jiyaneke azad û bi rûmet afirandin.”

Fermandarê Hêzên Leşkerî ya qada Hecînê Ezedîn Etellah jî axivî û wiha got; “Me şehîd dan û heya niha jî didin ta ku bighêjin jiyaneke azad. Em soz didin ku em ê xeta şehîdan bişopînin û armancên wan bi cih bînin."

Piştre nasnameya şehadetê ya hersê şervanên QSD’ê hatin xwendin û radestî malbatên şehîdan hatin kirin. Li aliyê din di merasîmê de nasnameya şehadetê ya şervanên QSD‘ê "Mihemed El-Mihemed, Xalid El-Dewas, Ebdulrezaq El-Hiwêş, Mihemed El-Elî û Sufyan Îbrahîm El-Hiwêş" ku 13‘ê Mijdarê li Dêra Zorê şehîd bûbûn hatin ragihandin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Girseya gel cenazeyê hersê şervanên QSD’ê bi dirûşme û tilîliyan li goristanê spartin axê.