Şehîdên Bagera Cizîrê bi merasîman spartin axê

Cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed Abdullah û şervanê QSD’ê Polat (Mihemed El-Xetat) ên 4’ê Adarê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn, bi merasîmekê spartin axê.

QAMIŞLO

Bi sedan şênî û şervanan berê xwe da Goristana Şehîdan a li navçeya Til Koçerê da ku cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed Abdullah ê ku 4’ê Adarê di Şerê Tunekirina Terorê de di hemleya Bagera Cizîrê de şehîd bûbû, veşêrin.

Welatiyan karwanê şehîd ê ku ji Qamişlo hatiye, bi dirûşmeyan pêşwaz kir. Dûre merasîm bi deqeyeke rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê şervanên Erka Xweparstinê ve destpê kir. Piştre li ser navê hêzên leşkerî ji fermandarên Yekîneyên Parastina Gel Şengal Til Koçer axivî. Şengal Til Koçer sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina rêça şehîdan da.

Til Koçer bal kişand ser rola girîng a şehîdan a di serkeftinên li hember çeteyên DAÎŞ’ê de û wiha domand: "Va ye Dewleta Xilafetê (DAÎŞ) li çeperên xwe yên dawî li gundê Baxozê têk diçe û nefesa xwe ya dawî li hember derbeyên şervanên dide û xwe radestî QSD’ê dikin. Hêzên me serkeftinên bêhempa li dijî çeteyan bi dest dixin, ev hemû jî bi saya xwîna şehîdên me ne.”

Piştre jî ji Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Hevserokê Desteya Enerjiyê Abdulkerîm Melek axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin û bi dirûşmeyan cenazeyê şehîd Mihemed Abdullah spartin axê.

DÊRE ZOR

Bi sedan şêniyên bejahiya rojavayê Dêra Zorê û endamên saziyên sivîl û leşkerî ji bo wergirtina cenazieyê Polat (Mihemed El-Xetat) ê di 4`ê Adarê de şehîd bûye, berê xwe dane Çerxerêya El-Mukemen.

Piştî ku cenazeyê şehîd wergirtin, welatî bi bi konvokeyek ji dehan wesayîtî ber bi Goristana Şehîd Xidir El-Hemade ya li Ebû Xeşeb ve bi rê ketin.

Li goristanê piştî deqayek rêzgirtinê leşkerî ji aliyê şervanên QSD`ê ve merasîm destpê kir. Fermandarê QSD`ê Azad El-Ehmed axivî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û teqez kir ku ew ê şopa şehîdan bidomînin û ti carî berdêlên ku şehîdan dane jibîr nakin.

Her wiha ji Rêveberên Meclîsên Herêmî Xalid El-Amo jî axivî. Piştî axaftinan û şûnde nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehdî bi dirûşman ve spartin axê.