Şehîdên 25’ê Hezîranê li Kobanê hatin bibîranîn

Çeteyên DAÎŞ’ê 25’ê Hezîrana 2015’an êrîşî Kobanê kiribûn û komkujiyek pêk anîbûn. Şehîdên 25’ê Hezîranê li ser gorên xwe hatin bibîranîn.

Merasîm li Goristana Şehîd Dicle, şehîdgeha li gundê Berxbotan û li şehîdegeha komkujiya 25’ê Hezîranê ya li navenda bajêr pêk hat. Rêveberiyên Firat û Kobanê û bi hezaran kes beşdarî merasîmê bûn.

Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan axaftin hatin kirin û piştre li ser gora hemû şehîdan mûm hate pêxistin.

15’ê Hezîrana 2015’an Girê Spî hatibû rizgarkirin, piştî 10 rojan çeteyên DAÎŞ’ê 25’ê Hezîrana 2015’an bi dizî ketibûn nava bajêr, jin û zarok jî dinav de 253 sivîl qetil kiribûn.