Şehîdê YPG’ê Rêber Heleb bi merasîmekê spartin axê

Welatiyên Helebê cenazeyê şervanê YPG`ê Rêber Heleb ê ku di encama krîza dil de şehîd bûbû, li goristana gundê Bino bi merasîmekê spartin axê.

Bi sedan welatiyên Helebê, endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan, Saziyên Sivîl û şervanên YPG`ê û YPJ`ê canezeyê şehîd Hemîd Xelîl (Rêber Heleb) bi merasîmekê spartin axê.

cenazeyê şehîd Heleb bi karwanekê ji pêşiya nexweşxaneya Xalid Fecir a aliyê rojavayê taxa Şêx Meqsûd destpê kir û ber bi gundê Bino ve ketin rê.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Paşê Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan Eytan Reşo sersaxî ji malbata şehîd Rêber re xwest û got:"Şehîdên me rêya azadiyê ji me re ronî dikin, em wek malbatên şehîdan soz didin ku em li ser rêya şehîdan bin."

Fermandarê YPG`ê Nûrî Yekta jî axivî û wiha pêde çû: “Em bejna xwe li hemberî şehîdên xwe ditewînin, şehîdbûna Heqî Qerar ku bi şehîdbûna wî bû destpêka damezrandina PKK`ê, bi şehîdan dest bi şoreşa xwe kirin."

Birayê şehîd Elî Aştî teqez kir ku ew ê heta dawiyê li ser rêya şehîdan bin û helbestek diyarî birayê xwe yê şehîd kir.

Piştre nasnameya şehîd ji aliyê endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Melek Îbrahîm ve hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Şervanan di nava dirûşmeyan de cenazeyê hevrêyê xwe li goristana gundê Bino yê li herêma Şiqêf spartin axê.